* Li Tirkiyeyê ragihandin û rojnamegerî di bin zext û sansura desthilatê de ye. Tenê di meha Îlonê de herî kêm 1270 malper hatin astengkirin. Malpera Ajansa Mezopotamyayê cara 44emîn hate astengkirin û hesabên X û Înstagramê ya Ajansa Welat, Ajansa Mezopotamya, Jinnewsê di mehên dawî de gelek caran hatin astengkirin.
* Rêveberê TUHAY-DERa Wanê Nedîm Şîpal bal kişand ser rewşa xirab a girtîgehan û wiha got: “Madem ku pêvajoyeke aştiyê hatiye destpêkirin, divê gavên jidil werin avêtin û girtiyên nexweş demildest bên berdan.”
* Endezyarê çandiniyê Nesîh Koyûncû diyar kir ku aboriya li gundan bi salane ji ber sedemên bihabûn û pergala kapîtalîzmê lawaz bûye û wiha got: “Dewletên kapîtalîst dixwazin karê çandiniyê bikin sektoreke bazirganiyê. Hewceyî bi pergaleke komunê heye.”
* Endama Navande Piştevaniya bi Jinan re ya Çilkezî civaknas Şehrîban Ertaş derbarê zêdebûna kuştina jinan de da zanîn ku kuştina jinan encama pirsgirêkeke civakî û sîstematîk e û got: “Bêcezabûn, kêmbûna tedbîrên parastinê û pêşîlênegirtina tundûtûjiya li dijî jinan jî vê rewşê kûrtir dike.”
* Rêzefîlma bi navê “Pirsên Azad” ku yekem care bi hişê çêkirî û Kurmancî hatiye amadekirin di 12ê Cotmehê de li ser ekranên Zarok TV yê dest bi weşanê kir. Alîkarê derhêrê rêzefîlmê Erdal Tîmur derbarê rêzefîlmê de diyar kir ku hişê çêkirî karê wan hêsantir dike û dê siberojê bêtir li ser bisekinin.
Kirmanckî
* Kursê kirmanckî ke hîrê serrî yo Komela Kultur û Piştîpêdayîşî ya Dêrsimî ya Îzmîrî de dewam keno, emser zî seba resnayîşê ziwanî yê neslanê ameyoxan xebatanê xo dewam keno. Hemserekê komele Hasan Alî Kiliçî bale ante muhîmîya ziwanê dayîke ser o û waşt ke perwerde bi ziwanê dayîke bibo.
* Hunermend Kamer Erdogan ebe klama “Çemê Mengelî” bêvengîya xo ra vejîya û vengê xo medyaya dîjîtale û YouTube ser ra resna heskerdoxanê xo. Heskerdoxan zî eleqeyêko rind nîşan da û waşt ke dewamê ci bêro.










