* Sidik Yilmaz ji destpêka partiya siyasî ya Kurdan ve li navçeya Berwariyê xebatên siyaseta Kurdî dikir. Sidik Yilmaz herî dawî Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Berwariyê bû û koça dawî kir. Îbrahîm Yilmaz destnîşan kir ku bavê wî ji destpêka salên 90î ve ji dema HEPê heta DEM Partiyê di nava xebatên siyaseta demokratîk de cih girtiye û got: “Ji ber ku kesekî rêxistinkirîbû îşkence lê bandor nekir, jê re bû hêz. Heta roja dawî jî terka doza xwe nekir.”
* Eren Baskin derbarê bûyera bavê xwe Abdûlmecît Baskin de ku di 30ê Îlona 1993an de li Enqereyê di binçavan de hatibû kuştin, diyar kir ku dewlet dikare di du sê rojan de kuştina bavê wî zelal bike û wiha got: “Lê vê yekê nake, ji ber ku dewlet ji kujerên xwe hez dike.”
* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Sêrtê dê ji bo girtiyê nexweş Celal Yildirim ê ku di demên dawî de li Girtîgeha Rihayê ya Hejmara 2yemîn a Tîpa Tyê dimîne, krîza dil derbas kiribû û rewşa wî ya tenduristiyê nebaş e, dê li avahiyên xwe daxuyanî bidin. (12:30)










