• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

Mahmût Altintaş / AW

7 COTMEH 2026 - 09:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus anî ziman ku ji bo nasîna statuya gelê Kurd dosyeyek radestî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kirine. Ahmet Karamus da zanîn ku ji her demê zêdetir ji bo yekîtiya neteweyî derfet derketine holê û wiha got: “Hêviyeke me ye xurt heye ku em ê di demên pêş de bikaribin mizgîniyek bidin gelê xwe.”

Kongreya Yekitiya Netewî (KNK) di Civata xwe ya 24emîn a 6-7ê Hezîranê li darxist de biryar girt ku ji bo gelê Kurd bi statuya çavdêrî ya di Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih bigirin, nameyeke fermî ji Sekreteriya Giştî ya NYê re bê şandin dest bi kampanyayê kir. KNKê di çarçoveya kampanyayê de li çar aliyên Kurdistanê dest bi xebatên berhevkirina îmzayan kir û xebatên îmzayan didomîne. Îmzayên hatinê kom kirin dê ji NYê re bê şandin û daxwaza statuya çavdêrî li NYê bê kirin. Her wiha ji aliyê din ve jî ji bo Kongreyeke Neteweyî xebatên KNKê berdewam dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di peyamên xwe yên dawî de li ser yekîtiya neteweyî de destnîşan kiribû ku yekîtiya neteweyî pêdiviyeke dîrokî ye.

Hevserokê KNKê Ahmet Karamus, kampayaya ji bo Kurd bi statuya çavdêriyê ya di NYê de cih bigirin û xebatên yekîtiya neteweyî de ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Me ji bo statuya gelê Kurd serlêdan kir’ 

Ahmet Karamus anî ziman ku li ser biryara civata KNKê ya ji bo gelê Kurd bi statuya çavdêrî di Neteweyên Yekbûyî de cih bigirin xebatên wan didomin û wiha got: “Ev mijar salek û nîv e di rojeva me de bû. Piştî amadekariyên demeke dirêj û dan û standinên bi kesên pîspor re me di civata giştî ya 6-7ê Hezîranê de weke pêşniyar pêşkêş kir. Di civata giştî de bi giştî me nîqaşa vê yekê kir. Li ser vê esasê me dest bi xebatên vê projeyê kir. Êdî ew pêşniyara ji bo Neteweyên Yekbûyî li ser navê hemû Kurdan e. Me serlêdana fermî ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şand. Derfeteke me jî çêbû ku em bi Sekreterê Giştî re jî rûnên. Me dosyeyê bi awayekî fermî ji dest radest kir. Ji bo hemû Kurd piştgiriya vê projeyê bikin dan û standinên me bi sazî, partî û rêxistinên Kurdan re jî çêbûn. Şandeyeke me ji Başûrê Kurdistanê bi hemû aliyan re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtinên me yên li Başûrê Kurdistanê jî dê berdewam bike.”

‘Di konferansê de me biryara avakirina komîteyekê girt’

Ahmet Karamus bal kişand ser konferansa 3yê Cotmehê ku li Burukselê li dar xistin û wiha qala vê yekê kir: “Bi hejmareke berfireh li çar aliyên Kurdistanê partî, sazî û kesayet beşdarî konferansê bûn. Pisporên navdewletî di asta hiqûqî û dîplomasiyê de jî tev li konferansê bûn. Konferans rojekê berdewam kir. Projeya Kurd bi statuya çavdêrî di Neteweyên Yekbûyî de cih bigirin, di konferansê de jî bi coşeke mezin hat pejirandin. Di konferansê de hê biryar hatin kirin. Ji bo kar û xebatên vê projeyê bike biryara komîteyeke hevbeş ku kesên pispor jî di nav de cih digirin, hat girtin. Ev komîteya ku were destnîşankirin dê kar û xebatên dîplomasî û di hemû waran de bi cih bîne. Di bin banê vê komîteyê de komîteyên cuda cuda dê bên amadekirin. Kampanyaya îmzayê jî beşek ji vê xebatê ye. Armanca ew e ku bi vê kampanyayê li çar aliyên Kurdistanê û li deverên Kurd lê hene, 10-15 milyon îmze hatine komkirin. Komîte dê ji çar aliyên Kurdistanê be û bi awayekî berfireh temsîliyeta Kurd û Kurdistanê di vê komîteyê de bê kirin. Dan û standin û xebatên me jî helbet wê berdewam bikin.”

‘Ji her demê bêtir pêwistiya gelê Kurd bi yekrêziyê heye’

Ahmet Karamus derbarê xebatên yekîtiya neteweyî de jî destnîşan kir ku şert û mercên li cihanê rû didin Kurdan neçarî yekîtiyê dike û axaftina xwe wiha domand: “Ji her demê zêdetir pêwistiya gelê Kurd bi yekrêziyê heye. Divê partiyên Kurd li ser muşterekan li hev bikin û yekrêziya xwe pêk bînin. Em bi hêvî ne ku pêngava konferansa di 3yê Cotmehê de pêk hat, bibe wesîleya zemîneke konferanseke yekîtiya neteweyî. Dan û standin û diyalogên me dê berdewam bikin. Di van 10-15 salên dawî de herî zêde di vê serdemê de rewşa yekîtiya neteweyî guncav e. Îhtîmaleke pir mezin em ê bikaribin di vê pêvajoyê de yekrêziya xwe pêk bînin. Hemû Kurd û sazî, partî û hêzên Kurd divê li gorî yekrêziyê tevbigerin. Ev erkeke neteweyî ye. Divê hemû alî jî fedekariyê bikin û di mijarên muşterek de bi hev re tevbigerin. Bi vî awayî yekrêziya Kurdan dikare pêk were û destkêftiyên heyî dikarin bên parastin.”

‘Li pêşiya yekîtiya neteweyî astengiyeke mezin tune ye’

Ahmet Karamus diyar kir ku li pêşiya yekîtiya neteweyî astengiyeke mezin tune ye û wiha pê de çû: “Tu partî û rêxistin ji bo yekîtiyê astengiyên mezin dernaxin. Di hevdîtin û dan û standinên me de hemû alî di wê ferqê de ne ku heke yekîtiya neteweyî pêk neyê gef û xetere dê mezintir bibin. Ji bo wê jî bi salane berjewendiyên siyasî û têkiliyên bi dewletên herêmê re li pêşiya yekîtiyê astengî derdixist. Lê di qonaxa ku em di nav de ne weke pêvajoya li Bakur û Rojava dest pê kiriye, rewşa Rojhilat û Başûrê Kurdistanê yekrêziya me ferz dike. Divê hemû partî, sazî û rêxistin bi vê berpirsiyariyê tevbigerin. Pirsgirêk helbet hene. Lê diyalog hatiye destpêkirin û ji hemû deman zêdetir diyalog zêdetir bûye. Başûrê Kurdistanê dikare di mijara yekîtiyê de alîkariyek mezin bike. Avakirina parlamentoyê mijareke sereke ye. Yekkirina pêşmergeyan pir girîng bû. Em ê jî alîkariyê bikin ku parlamento were avakirin. Pirsgirêka li pêşiya yekîtiyê yek jî ev e. Divê hemû alî jî ji bo avakirina parlamentoyê alîkariyê bikin. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd jî bi mesuleyetê tevbigerin. Heke em bi vê mesuliyetê tevnegerin em ê hemû zerarê bibînin.”

‘Dibe ku em konferansek yekîtiyê li dar bixin’

Ahmet Karamus diyar kir ku ew ji bo konferanseke yekîtiya neteweyî amadekariyan dikin û di dawiyê de wiha got: “Konferans heke bi tevlibûna hemû aliyan pêk were, mimkûn e ku stratejiyeke hevbeş bi rêkeftinekê pêk were. Lê em naxwazin mizgîniyeke ku zemîna wê tune be bidin gel û dîrok û dema konferansê diyar bikin. Lê weke KNKê em dikarin bêjin hêviyeke me ye mezin heye û em bi hêvî ne diyalogên heyî dê ber bi encamgirtinê ve biçe. Hêviyeke me ya xurt heye ku em ê di demên pêş de bikaribin mizgîniyeke bidin gelê xwe. Peyamên birêz Ocalan ên ji bo yekîtiyê pirr girîng in. Birêz Ocalan li ser vê esasê di raya giştî de jî hat parvekirin ji birêz Mesut Barzanî, birêz Bafil Talabanî û ji hemû aliyan re peyama yekîtiyê daye. Birêz Ocalan di mijara yekîtiyê de xaleke girîng destnîşan dike. Divê hemû aliyên Kurd di nav xwe de yekrêziya xwe pêk bînin û bi hev re rêzê bigirin. Banga birêz Ocalan weke berpirsyarî û erkeke xwe dibînin. Em jî weke KNKê bang li hemû aliyan dikin; tu beşeke Kurd bi tenê nikare hebûna xwe biparêze. Bi yekîtiya neteweyî em ê bikaribin destkeftiyan biparêzin û di qada navneteweyî de jî dengê me xurttir bike. Derfet û metirsî bi qasî hevdu ne.”

Etîket: Hevserokê KNKê Ahmet KaramusKNKNeteweyên Yekbûyî (NY)yekitiya neteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne