Amed – Nûner, rêveber, serok û hevberdevkên partî û komeleyên Kurdistanî li seryekitiya Kurdan diyar kirin ku yekitiya Kurdan wekî nan û avê ferz e û dan zanîn ku kî dest ji vê yekê bikişîne, ew ê bibe gunehkarê vê sedsalê.
Bi avabûna netewe dewletên li Kurdistan û gelek welatên cuda sînor hatin danîn, gelek civak hatin redkirin, înkaririn, axên van welatan hatin dagirkirin û li ser van axa netewe dewlet hatin avakirin. Bi avabûna netew dewletên Tirk, Ereb û Îranê re Kurdistan bû çar parçe û ji wê roje ve Kurdistan ji mêtingerî û talanê re vekirî maye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her fersendê de balê dikişine ser perçebûna Kurdan û ji bo avakirina yekitiya Kurdan dikeve nav lêhûrbûn û lêgerînan. Heke ev yek pêk were gelê Kurd dê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke mezin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di demeke nêz de ji başûrê Kurdistanê wêneyek parve kir. Piştî wêneyê ku Tuncer Bakirhan belav kiriye hêvî û baweriya pêkanîna xurtkirin û avakirina yekîtiya neteweyî ya demokratîk da raya giştî. Piştre DEM Partiyê li Amedê bi partiyên Kurdistanî re derbarê yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurd û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de civînek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar, nûner, rêveber, serok û Hevberdevkên KKPê, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, KDP-T, Partiya Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), DDKD, PDK Bakur, Komeleya Şêx Seîd, Bizava Aştiya Navxweyî di civînê de amade bûn û di wê civînê de peyama “Em dixwazin wêneya yekitîyeke xurt bidin gelê xwe” hat dayîn.
Serokê Partiya Azadiyê Ayettullah Aştî, Rêveberê Komeleya Şêx Sêîd Azad Zal, Hevberdevkê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) Mûrat Daniş û Alîkarê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya derbarê pêkanîna yekitiyê û pêvajoya heyî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
‘Xeta sor Kurd û Kurdistan e’
Ayettullah Aştî jî diyar kir ku ew civîna ku hatiye lidarxistin pîroz dibînin û destnîşan kir ku divê ew civîn ji bo yekitiya Kurdan bibe destpêkek û wiha got: “Ji bo me civîneke pîroz bû. Divê li ser yekitiyê bêtir civîn werin kirin. Em mecbûr in hevdu temam bikin, bi hev re bixebitin û astengiya li ser civakê rakin. Divê hewcedariyên me hemû yek be û em hurmetê, rêze ji hevdu ra bigirin. Dema Misilman diçin hecê hemû diçin serê Girê Erefê, ew ê neçin serê Girê Erefê diayê wan qebûl nabe û nabin hecî. Divê armanca me jî çûna serê Gire Erefê be. Îro bi salan e her kes dibêje yekitiya Kurda, divê yekitiyeke her kesek were ser maseyê, cem hev rûnin da ku xeta sor Kurd û Kurdistanî be. Çare ev e.”
‘Kî destê xwe ji yekitiyê bikşînê, ew ê bibe gunehkarê sedsalê’
Azad Zal bi lêv kir ku ewlehiya herî bingehîn di şexsîyeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û heviya gel jî bi wî re girêdayî ye û wiha axivî: “Ji bo vê divê hinek tişt bên rastkirin û tişta ku pevajoyê pêş ve bibe bi taybetî li bakûrê Kurdistanê rêxistin, partî, sazî û komele bigihêjin hev û yekitiyek xurt ava bikin. Ji ber ku pêvajoya bi pêşengtiya birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê hatiye destpêkirin mîhenga yekitiyê ye. Ji bo yekitiyê divê partiyên Kurdan fedakar bin û bingeha wan, nirxên neteweyî be. Zimanê Kurdî, çanda Kurdî hwd divê li ser van bingehan bêyî ku hevdu sûcdar bikin di wî warî de divê teqez bigihêjin hevdu. Ew wêneyê ku li başûrê Kurdistanê belav bû peyamek da cîhanê, li wir gotin em yek in. Ew wêne wek vîtrîn baş bû lê têr nake, divê bingeh tije be û çi kes tiştekî xêra xwe nade te, dema tu yek bî û xurt bî, dê mafê xwe bi dest bixî. Belê rexne dê hebin lê divê hev redkirin û sûckirin tûne be. Kîjan partî, sazî û kesayet destê xwe ji yekitiya Kurdan bikşînê ew ê bibin gunehkarê sedsalê.”
‘Tişta pêwîst ji bo me yekitiye’
Murat Daniş da zanîn ku yekitiya gelê Kurdi ji nan û avê ferztir e û ev tişt gotin: “Yekitiya Kurdistanê ji her tiştî ferztir e. Ji Amedê bigire heya Hewlerê û li tevahî bajarên Kurdistanê ger em bibin yek, em ê wê demê bikaribin hemberî her tiştî bisekinin. Divê em ewil di mejiyê xwe de nasnameyên xwe yên partî û saziyan danin derekî, yekitiya Kurdistanê deynîn derekê tişta pêwîst ji bo me yekitî ye.”
‘Divê ewil em van nêrinan bidin aliyekî’
Ahmet Kaya diyar kir bangewaziya Abdullah Ocalan a ji bo yekitiyê gelekî bi nirx e û wiha axivî: “Me di civînê de têkildarî pêvajoyê fêm kir ku mesele çiye. Mijara me ya duyemîn yekitiya gelê Kurd û divê çi bê kirin hatin nirxandin. Rê û rêbazên yekitiyê bi taybet li Bakur piçek zehmet e, ji ber ku li Bakur nêrînên bîrdozî, hîzbî û partîzan derdikevin pêş, divê ewil em van nêrinan bidin aliyekî. Di binê sîwana yekitiya netewî de dibe fikr û raman cuda bin û dikarin biparêzin jî lê dema mijara yekitiyê hat kirin divê em wan fikrên xwe danin li aliyekê. Daxwazên me divê rasteqînî bin û em li hember muxatabên xwe, xwe biparêzin. Bangawaziya birêz Ocalan ji bo yekitiyê gelek bi qîmet û watedar e lê dema em berê xwe didin şertê çêbûn an pêk anînê.”












