• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e TÊ NÛKIRIN

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e TÊ NÛKIRIN

    Otomatik taslak

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn

    Otomatik taslak

    Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

    Otomatik taslak

    Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

    Otomatik taslak

    Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

    Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e TÊ NÛKIRIN

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e TÊ NÛKIRIN

    Otomatik taslak

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn

    Otomatik taslak

    Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

    Otomatik taslak

    Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

    Otomatik taslak

    Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

    Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

24 COTMEH 2026 - 15:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pêşengtiya Komele, nunertî, sazî û rexistinên sivîl yên rojnamegeriyê û çapemeniya azad li gelek navendan li dijî sansur, astengî û zextên li ser çapemeniyê, weşangeriyê û astengkirina hesabên rojnamegeriyê û malperean meş û daxuyanî hatin li darxistin. Sazî û dezgehên rojnamegeran bertek nîşanî zext û astenkirinan dan û gotin: “Li Tirkiyeyê Rojnamegerî ne li cem desthilatdarî, siyasetmedar an sermayeyê, li cem gel e.”

Sazî, dezgeh, sendîka û rêxistinên rojnamegeran li dijî zext, sansur, qedexekirin, cezayê pereyan, girtin û polîtîkayên teslîmgirtinê yên li dijî çapemeniyê û mafê agahîgirtinê li gelek navendan daxuyaniyên hevpar dan, meş û daxuyanî li dar xistin.

Amed

Di pêşengtiya Komeleya Rojnamevanên Dîcle-Firatê, Nûnertiya Herêmî ya Yekîtiya Karê Medyayê ya DÎSKê, Civata Rojnamevanên Başûrê Rojhilatê Anatoliyê, Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkerên Cemaweriya (KESK) ya Amedê, Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Nûnertiya Amedê ya Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê de, bi tevlîbûna gelek rojnemevan, xebatkarên çapemeniya azad, rojnameger, endam û rêveberên partiyên siyasî û parastvanên mafên mirovan li dijî zext û sansura li ser çapemeniya azad û rexnegirt meş hat lidarxistin.

Meşa ku ji ber Adliyeya Amedê dest pê kiriye li ber avahiya Saziya Çapemenî û Zanista Teknolojiyê (BTK) bi daw bû. Di meşê de pankarta, “Ji sansurê re na, ji nûçeyê re azadî” hat hilgirtin û diruşmên, “Bijî çapemeniya azad”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û“Ji sansurê na” hatin berzkirin.

Piştî ku girse gihişt ber avahiya BTKê, daxuyaniya Kirmancî ji aliyê Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MGK) Roza Metînayê ve hat xwendin û daxuyaniya Tirkî jî Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle-Firatê (DFG) Selman Çîçek xwend.

Piştî daxuyaniyê peyamên rojnemevanên girtî Derya Okûtan ya ku li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne û Îsmaîl Ari yê di Girtîgeha Sîncanê de tê ragirtin hatin xwendin.

Daxuyanî bi diruşma, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.

Wan

Şaxa Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) a Wanê têkildarî zext, sansur, astengkirina azadiya çapemeniyê û girtina hesabên medyaya dîjîtal yên rojnameger û rêxistinên rojnamegeran daxuyanî da. Gelek rojnameger û partiyên sîyasî, nûnerên saziyên sivil li Kolana Hunerê ya Wanê kom bûn û heta Qada Bajêr ya Wanê meşiyan, li Qada Bajêr a Wanê daxuyanî dan. Di çalekiyê rojnamegeran bê navber dirûşmên wek ; “Bijî Çapemeniya Azad” , “Ji Nazim heta Cîhanan çapemeniya Azad li her derê ye”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin. Di çalakiyê de astengkirina parvekirin û girtina hesabên Xê yên rojnamegeran û saziyên Çapemeniya Azad hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de nameyên rojnameger Fatîh Ergîn ê li Sîlîvriyê û Derya Okatan a li Bakirkoyê tê ragirtin hatin xwendin.

Metna daxuyanîyê ji alîyê Endama Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Zeynep Turgut ve hat xwendin.

Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Stenbol

Bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş, Cemiyeta Rojnemegeran a Tirkiyeyê (TGS) û rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê li Stenbolê, li dijî sansûr, mafê agahîgirtinê, zext û astengkirina ser malperên çepemeniya rexnegir, daxuyanî hat dayîn û meş hat lidarxistin.

Meş li pêşiya Peykera Boxeyê dest pê kir. Kadkerên çapemeniya azad, rojnameger, endamên partiyên siyasî, hevseroka giştî ya DEM partiyê Tulay Hatîmogullari û gelek rojnameger tev li meşê bûn. Di meşê de Rojnemeya Azadiya Welat û Yenî Yaşamê hat hilgirtin û pankarta “Rojnamegerî ne sûc e, ji sansurê re na“ hate vekirin. Dirûşmeyên “Bijî Çapemeniya Azad, çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Meş li Îskeleya Kadikoyê bi dawî bû û li wir daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî bi aliyê Serokê Giştî yê TGSê Gokhan Dûrmûş ve hat xwendin.

‘Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’

Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew di nava sansurekî tund de ne û got: “Em îro ne tenê ji bo piştgiriyê, ji bo mafê agahî girtinê li vir in. Cihê ku çapemenî ne azad be gel jî ne azad e. Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin. Ji bona wê çalakiya ku îro li 10 bajaran hatiye lidarxistin gelek girîng e. Divê çapemenî azad bê, rojnamegerên girtî werin berdan. Em sansurê qebûl nakin.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“ÊDÎ BES E, EM FETISÎN

Li Tirkiyeyê Rojnamegerî ne li cem desthilatdarî, syasetmedar an sermayeyê, li cem gel e!

Em wek rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê yên ku mafê gel ê bidestxistina agahiyan diparêzin û li pey rastiyê dimeşin, radigihînin: Êdî bes e! Em fetisîn!

Li cihekî ku rojnamegerî wek sûc, nûçe wek gef û rastî jî wek tiştekî xetere tê dîtin; em ê li hemberî vê pergala ku ne tenê rojnameger, her kesê ku nerazîbûn nîşan dide bi sansur, zext û cezakirinê re rû bi rû dihêle, bêdeng nemînin. Li welatekî ku qeyim li ser kanalên televîzyonê tên danîn, malperên nûçeyan tên astengkirin, nûçegihan tên girtin, hesabên medyaya dîjîtal tên girtin, rojnameger hema bêje di şert û mercên koledariyê de tên xebitandin û mafên wan ên civakî tên desteserkirin, mirov nikare qala azadiya çapemeniyê bike.

Hema hema her roj li welatekî ku saziyeke çapemeniyê yan jî nûçegihanek dibe hedef, ji ber nûçeyên ku çêkirine an jî çênekirine tên girtin, hesabên medyaya dîjîtal tên girtin û rojnameger bi birçîbûnê re têdikoşin, mirov nikare qala demokrasiyê jî bike.

Rojnamegerî li cem gel e. Dema ku mafê karkeran tê desteserkirin, berxwedana kedkaran tê tepisandin, jin rastî tundiyê tên, ciwan ber bi bêtifaqî û bêpêşerojiyê ve tên dehfdan, xizanî mezin dibe û çavkaniyên giştî ji sermayeyê re tên pêşkêşkirin, nîşandana van rewşan, berpirsiyariya giştî ya rojnamegeriyê ye. Rojnameger mecbûr e tiştê ku divê gel bizanibe derxe holê; ne ku tiştê ku desthilatdarî naxwaze bê zanîn veşêre.

Rojnamegerî nikare bibe dengê îradeya siyasî û sermayeyê! Têgihîştina ku berjewendiyên desthilatdariyê an hêza siyasî wek berjewendiyên gel nîşan dide, hêza aborî ya patronan dixe pêşiya rastiyê û nêzîkbûna ji desthilatdariya siyasî re wek temînata ewlehiya pîşeyî dibîne, ne rojnamegerî ye, ji nû ve hilberîna têkiliyên desthilatdariyê ye. Yên ku li şûna rêgezên gerdûnî pişta xwe didin rêgezên siyasî yên wê rojê, divê bizanin ku ew “rêgezên” siyasî yên wê rojê helbet dê ji holê rabin.

Rojnamegerên ku îro berdêlan didin; ji ber ku pirsên ku kêfa desthilatdariyê jê re nayê dipirsin, lêkolîn dikin ku çavkaniyên giştî çawa tên xerckirin, îdiayên gendeliyê dikin nûçe, berxwedana karkeran, lêgerîna mafên jinan, têkoşîna LGBTI+yan, nerazîbûna ciwanan û dengê bindestan radigihînin, dibin hedef. Hinek tên binçavkirin, hinek tên girtin, hinek mehkûmî hepsa malê tên kirin; hinek kar, dahat û derfeta domandina pîşeya xwe winda dikin. Hinek jî ji ber bêewlehiya ku sansur û zextan avakiriye, neçar dimînin ku xwe bêdeng bikin.

Ew ne tenê ji bo nûçeyekê berdêlê didin. Ji bo mafê gel ê hînbûna rastiyan, kontrolkirina hêza giştî û ji bo ku civak li ser paşeroja xwe bi serbestî biryarê bide berdêlê didin. Ji ber vê sedemê, zexta li ser rojnamegeran di heman demê de êrişeke li ser mafê civakê yê gihîştina rastiyê ye. Divê neyê jibîrkirin; heke pênûsa rojnameger bê şikandin, civak jî mehkûmî tarîtiyê dibe. Ya ku tê xwestin jî ev e: Rojnameger nenivîse, civak rastiyan fêr nebe.

Sansur, otosansur, girtin û hepiskirin ne tenê pirsgirêka rojnamegeran e. Ev yek astengkirina mafên herî bingehîn ên demokratîk ên vê civakê ne û derbeyke li mafê wan ê wergirtina nûçeyan e. Ev peyama bi dehan hevpîşeyên me yên ku diqîrin û dibêjin “Rojnamegerî ne sûc e”, ji bo desthilatdariyê ye, lê divê welatiyên me jî vê bibihîzin. Tişta ku tê bêdengkirin mafê we ye. Tişta ku tê astengkirin mafê we yê gihîştina rastiyan e. Tişta ku tê girtin mafê we yê ku hûn rastiyan hîn bibin û îradeya xwe ya siyasî ava bikin e. Naxwazin ku karker, cotkar, dikandar, karmend, jin, ciwan, bi kurtasî ev civak, anku hûn rastiyan fêr bibin û ji geşedanan agahdar bibin. Ne tenê rojnameger, hûn jî tên bêdengkirin!

Di 2 salên dawî de qeyûm li ser Flash Haber TV, Ekoturk TV, koma Haberturkê, TELE1 û herî dawî jî li ser Halk TVyê hatine danîn û weşanên rexneyî yên li dijî desthilatdariyê yên van kanalan hatine rawestandin. Malperên nûçeyan ên Ajansa Welat, JINNEWS, Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), KAOS GL hatine astengkirin û xeleka dawî ya vê pêvajoyê T24 bû ku yek ji malperên herî zêde tê şopandin e li Tirkiyeyê. Li gel vê yekê, hesabên medyaya civakî yên malperên girîng ên wekî Evrensel, Kısa Dalga, SolHaber, Azadiya Welat,Rojnameya Yeni Yaşamê û Bianetê hatine astengkirin û ji bo gelek nûçeyên wan jî biryarên astengkirinê hatine dayîn. Hesabên bi dehan rojnamegeran û saziyên wekî MLSA û İFODê hatine astengkirin. Her wiha dezgehên wek Gazete Duvar û TELE2 ku ji reklamên giştî bêpar hatine hiştin û di jiyana xwe de zehmetî dikişînin, tevî bi sedan malperên herêmî, rojname û televîzyonan neçar man ku dawî li weşana xwe bînin. Ev hemû mînakên xitimandina damarên jiyanê yên civakê ne.

Demokrasî, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê damarên sereke yên hemû civakê ne. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bi rojnamegeran re piştevaniyê nîşan bidin, xwedî li rojnamegerî û nûçeyê derkevin. Bêdengiyê xera bikin! Hevgirtinê mezin bikin! Li dijî sansurê mil bidin milê hev!

Îro divê em ne tenê polîtîkayên sansurê yên desthilatdariyê, di heman demê de bêdengiya li dijî van zextan, nedîtina wan û dûrketina ji hevgirtinê jî lêpirsîn bikin.

Dema ku rojnamegerên Kurd tên bêdengkirin, rojnamegerên muxalîf tên girtin, saziyên medyayê yên serbixwe dibin hedef û weşangeriya giştî vediguhere weşangeriya desthilatdariyê; yên ku bêdeng dimînin û zextên li ser hevpîşeyên xwe paşguh dikin, zirarê didin pêşeroja hevpar a rojnamegeriyê.

Rojnamegerî ne tenê nerazîbûna li dijî tiştên ku tên serê mirov bi xwe ye. Rojnamegerî ew e ku mirov karibe mafê nûçegihaniyê yê rojnamegerê ku wek wî nafikire jî biparêze. Asayîkirina otosansurê û hilbijartina hevgirtinê li gorî nasname, ziman, nêrîna siyasî yan saziya ku kesê rastî sansurê hatiye tê de dixebite, hevgirtina pîşeyî di nav sînorên berjewendiyên teng de heps dike. Bêdengmayîna li dijî bêdengkirina rojnamegerekî, tê wateya jibîrkirina wê yekê ku rojekê dê dor were wî bixwe jî.

Wek Rêxistinên Pîşeyî yên Çapemeniyê û rojnameger, daxwaza me ya yekane ew e ku em pîşeya xwe bi awayekî serbest bikin. Em naxwazin di vê rêyê de bi tenê bimînin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku tevli vê têkoşînê bibin.

Careke din divê bê destnîşankirin ku azadiya çapemeniyê ne tenê pirsgirêka rojnamegeran e, pirsgirêka hemû beşên civakê ye. Heke çapemenî ne azad be, civak nikare xwe bigihîne nûçeyan.

Heke çapemeniya azad tune be, civaka azad jî tune ye!

* Hevpîşeyên me yên girtî serbest berdin

* Zexta dadweriyê ya li ser nûçeyan paşve bikşînin

* Dawî li pêkanînên qeyiman ên li ser saziyên medyayê bînin

* Pêkanînên neqanûnî yên astengkirinê bi dawî bikin

* Reklam û îlanên giştî bi awayekî adil û wekhev belav bikin

* Dest ji êrişên ku azadiya çapemeniyê ya bi Destûra Bingehîn hatiye ewlekirin ji holê radikin, berdin.”

Etîket: alîgiriya gelAmedastengîazadiya çapemeniyêÇapemeniya AzaddaxuyanîGirtinmafê agahîgirtinêmesNerazîbûnRojnamegersansurStenbolWanzext
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

24 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Rengîn Karabûlût: Divê girtiyên siyasî beşdarî jiyana civakî bibin

24 COTMEH 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

24 COTMEH 2026
Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

Li Wanê heqê rê bû 42 lîre: Em nikarin bigihin zeman

22 COTMEH 2026
Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

Edîtorê Bîanetê Yildirim: Sansur bûye tecrîdeke dîjîtal

22 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne