Standa serlêdanên kursên ZIMAN-DER a Colemêrgê bi dawî bû. Di 4 rojan de 200 xwendekar serlêdana kursên perwerdehiya zimanê Kurdî kirin.
Li Colemêrgê standa Komelaya Lêkolîn û Pêşvebirina Çand û Ziman (ZIMAN-DER) hat vekirin. Vekirina Standê ya 20ê Cotmehê li ber avahiya ZIMAN-DERê hatibû vekirin îro bi dawî bû. Gelek welatiyan serlêdan kirin ku ferî zimanê xwe bibin.
‘Zimanê me rûmeta me ye’
Hevserokê ZIMAN-DER a Colemêrgê Mehmet Can bal kişand ser girîngiya ziman, û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em Kurd in û zimanê me Kurdî ye. Zimanê me dewlemend e. Divê em zimanê xwe xwedî derkevin û biaxivin. Zimanê me rûmeta me ye. ”
‘200 kesan serlêdan kir’
Mehmet Can spasiya xwe li gelê Colemêrgê kir ku serlêdan gelek bûne û got: “Heta niha bi qasî 200 xwendekaran serlêdan kirin ku tev li perwerdehiya ziman bibin. Ji zarokan heta mezinan em ê ziman Kurdî hîn bikin. Em ê li gorî vê yekê polên xwe amade bikin da perwerdehiya bidin xwendekarên xwe.”
Çalakiya vekirina standê, bi strîna stranên ser zimanê Kurdî bi dawî bû.














