• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Colemêrg / AW

6 COTMEH 2026 - 08:50
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Şêniyên gundê Tûyê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi sewalkarî û bêrîvantiyê hewl didin li dijî krîza aborî debara xwe bikin û şêniyên gund bang li ciwanan kirin ku gundê xwe neterikînin û çanda gundewariyê biparêzin.

Li Kurdistanê ji Zagrosan heta Amanosan, ji Serhedê heta Botanê û Şengalê çanda sewalkariyê ya bi sed salan e li ser erdnigariya çiyayî û zozanan belav bûye, tevî şert û mercên zehmet, krîza aborî û koçberiyê jî li gundan didome. Welatiyên li Colemêrgê jî ji ber krîza aborî ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe didin û hewl didin li gundên xwe, bi çanda xwe ya kevnar debara xwe bikin. Şêniyên gundê Tûyê yê bi ser navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ve jî çanda sewalkariyê didomînin û hewl didin debara xwe bikin.

Bêrîvan û şivanên li gund pez xwedî dikin, derbarê zor û zehmetiyên sewalkariyê, bandora krîza aborî û koçberiya nifşê nû ya ji gundan, ji ajansa me re axivîn.

Bêrîvana 50 salan

Bêrîvana li gund Mixteber Taş ku 50 sal in li gundê xwe bêrîvantiyê dike bal kişand ser zor û zehmetiyên bêrîvantiyê û bandora krîza aborî û wiha got: “Ez her çiqas pez hez bikim û sebra min pê bê jî zehmetiyên wê gelek in. Em gelek diwestin, lê em neçar in vî karî bikin. Ji ber ku em xizan in. Êdî xwedîkirina pez gelek biha bûye. Pereyê şivan zêde bûye û texeyek giha bûye 100 lîrayê Tirkan. Ji bo wesayîta bêriyan em pere didin. Kes nikare ji bo pez giha bikire, pez xwedî bike û bifiroşe. Li gund an em ê pez xwedî bikin an jî em ê biterikînin. Ji xeynê karûbarên gund, em nikarin debara xwe bidomînin.”

‘Em berdêla keda xwe nastînin’

Mixteber Taş diyar kir ku ew berdêla keda xwe nagirin û da zanîn ku nifşên nû li gund nasekinin ku karê wan ji wan bigirin. Mixteber Taş bi domdarî wiha got: “Em vî karî tenê ji bo ku em bikaribin debara jiyana xwe bidomînin, dikin. Bi vî karî em nikarin zeviyekê, tiştekê bikirin. Tenê dikarin nanê xwe jê derdixînin, vî alî de maxdur nabin û hewceyê kesî nabin. Ez û hevjînê xwe tenê dijîn, zarokên min li vir nasekinin. Karê sewalkariyê hez nakin, dizewicin û diçin. Em jî êdî kal bûne. Hevjînê min ji bo goriya pez şevekê hatibû ber pez lê nexweş ket û ev meheke dikuxe. Kes tune li şûna vî biçe li ber pez. Em car car dibêjin ‘em ê pez bifiroşin’ lê em bifiroşin nabe, nefiroşin jî nabe.”

‘Bila ciwanên me vegerin gund’

Bêrîvana bi navê Gulcan Taş ku ew jî 5 sal e bêrîvantiyê dike anî ziman ku ew ji karê bêrîvantiyê hez dike û ev yek got: “Ez 5 sal in bêrîvantiyê dikim. Ez li bajar dijiyam. Xwesûya min nexweş bû, nedikarî bêrîvantiyê bike, ji ber wê ez hatim gund. Ez gelek ji bêrîvantiyê û jiyana gund hez dikim. Em şîr û pênîr çêdikin û difiroşin. Par kîloya şîr 50 lîreyan bû, îsal 70 lîreyan e. Em debara xwe bi vê rêyê dikin. Berê em bi hespan diçûn bêriyê, lê îro em bi wesayîtan diçin. Zehmetiyên vê helbet hene lê jiyana gund gelek xweş e. Ez dixwazim hemû ciwanên me vegerin gundên li xwe û gundên xwe bêxwedî nehêlin.”

Ji Rojhilat ji bo şivantiyê hatiye Bakur

Şivanê gund Behzad Hakzad ê ku ji rojhilatê Kurdistanê hatiye bakurê Kurdistanê û şivantiyê dike jî anî ziman ku ji ber rewşa aborî ew hatiye li Bakur şivantiyê dike û wiha got: “Ez ev 25 sal in şivantiyê dikim. Karê min şivantî ye. Ajalan hez dikim, sebra mîn tîne û bêhna min vedike. Ev 5-6 sal e biharan heta dawiya payîzê li Bakur şivantiyê dikim. Li Rojhilatê kar tune ye, her tişt buha bûye û em neçar in bên Bakur bixebitin. Hatin û çûyîn zehmet e lê em neçar in. Li Rojhilatê muçeya şivanan kêm e. Pereyê Tirkan ji yê Îranê zêdetir e ji ber vê şivantiya li vir bo me baştir e.”

Etîket: Colemêrggundkrîza aborîpezŞemzînanSewalkarîxwedîkirina pez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

Li Tuşbayê DEM Partî û hevşaredaran serdana gundan kir

5 COTMEH 2026
Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

Qeyim li Colemêrgê tax bêav hişt: Kes guh nade gazincên welatiyan

21 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

Li Colemêrgê bîranîna şehîdan dest pê kir

8 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne