Wan – Birîndar Gezîcî ê di 18 saliya xwe de bi îşkenceyê li Bazîdê hatiye girtin û ev 3 sal in di girtîgehê de ye. Bavê wî Emîn Gezîcî derbarê rewşa lawê xwe de da zanîn ku rewşa tenduristiya lawê wî ne baş e û îdareya girtîgehê xemsar tevdigere.
Birîndar Gezîcî yê ku endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, di sala 2023yan de ji bo xebatên ciwanan çûye navçeya Bazîdê ya Agiriyê û li wê derê bi îşkenceyê hatiye binçavkirin. Dema Birîndar Gezîcî tê binçavkirin nû ketibû 18 saliya xwe û di binçavan de îşkenceyên giran lê hatine kirin. Piştî girtina wî parêzer û malbata wî xwestin ku polîsên îşkencekar werin darizandin û bên cezakirin. Di encama serlêdanê de dadgehê biryara neşopandinê daye û daxwaza parêzeran red kiriye. Piştî îşkenceyê dîtina çavên Birîndar Gezîcî nêzikî ji sedî 50î kêm bûye û dest û lingên wî ji ber îşkenceyê zerar dîtine. Ev 3 sal in Birîndar Gezîcî girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê de dimîne û bi hinceta “endamê rêxistinê ye” 6 sal ceza lê hatiye birîn.
Bavê Birîndar Gezîcî, Emîn Gezîcî derbarê rewşa lawê xwe de axivî.

Emîn Gezîcî da zanîn ku kurê wî Birîndar Gezîcî dema ku hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin nû ket 18 saliya xwe. Emîn Gezîcî bi bîr xist ku kurê wî dema hat girtin, xebatên HDPê dikir û wiha axivî: “Ji bo xebatên ciwanan li bajarên Serhedê digeriya û xebata wî fermî bû. Rojekê çû Bazîda Agiriyê, li wê derê hate binçavkirin û di binçavan de îşkence lê hat kirin. Dewlet ne dijminê me be jî ew kesên ku îşkence li Birîndar kirin, dijminên me ne û di heman demê de dijminên dewletê ne jî. Ji ber ku kesên ku li derveyî hiqûqê tevdigerin û îşkenceyê dikin binpêkirineke mezin dikin û ne mirov in.”
‘Îdareya girtîgehê xemsar e’
Emîn Gezîcî bal kişand ser rewşa tenduristiya lawê xwe û xemsariya girtîgehê û ev yek anî ziman: “Piştî wê îşkenceyê çavên Birîndar baş nabînin, destên wî diricifin û nikare zêde bi kar bîne. Di heman demê de ji ber lingê xwe jî nikare zêde rûnê û rabe. Çend roj berê ez çûm serdana wî, ji min re negot, lê min dît ku rengê wî nexweş bû û mirov dizane êşên wî hene. Wekî din îdareya girtîgehê û nexweşxane jî zêde li ser nasekinin. Birîndar dema ku hat girtin tiştek li ser wî negirtin, tiştek nedîtin û li ser wê îşkenceyê dadgehê jî biryara girtina wî da. Piştî ku kete girtîgehê, li wir ji bo dermankirinê ew nebirin nexweşxaneyê. Rewşa Birîndar niha jî ne baş e, divê di girtîgehê de nemîne û bê dermankirin.”

Emîn Gezîcî destnîşan kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye û xwest ku hikûmet biryardariya xwe ya ji bo aştiyê nîşanî hemû cîhanê bide û axaftina xwe wiha domand: “Li ser vê zilma ku hatiye serê me em dîsa dibêjin, madem ku we pêvajoyek daye destpêkirin û we destê xwe dirêj kiriye, divê hûn li gorî rihê vê pêvajoyê tevbigerin û binpêkirina mafan bi dawî bikin û gav bavêjin. Ji bo nîşandana samîmiyeta xwe divê hûn di gelê Kurd de baweriyekê çêbikin. Dilê me bi kul e û em birîndar in, lê dîsa em dibêjin bila hevalên me yên din êş nekişînin. Bila biryardariya xwe ya aştiyê nîşanî hemû cîhanê bidin. Îro li girtîgehan Birîndar tenê ne birîndar e, di girtîgehan de nêzikî heştê hevalên girtî birîndar û nexweş in. Ger ku aştiyê dixwazin bila girtiyên me yên nexweş berdin da ku gelê Kurd tiştekî berbiçav bibîne. Li cîhanê banga aştiyê belav bûye û nêzîkatiya Serokatiyê deng daye, lê dewlet hê jî giran dimeşe.”
‘Bila kurê min bernedin, lê bila girtiyên din ên nexweş berdin’
Emîn Gezîcî bang li rayedarên hikûmetê kir û wiha got: “Birîndar niha dikare hinek karên xwe yên rojane bike lê hinek hevalên wî nikarin wan jî bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim bila wan nexweşên giran berdin, bila Birîndar bernedin. Dema ku girtiyên me berdan em ê bizanin ku merhebaya wan merhebayeke germ e. Bila tiştên erênî bikin da ku gel pê kêfxweş bibe. Bangawaziya min li Serokkomar Erdogan û Wezîrê Dadê ye; ger ku hûn dibêjin gelê Kurd birayên me ne û em bi hev re ne, divê hûn gavên şênber bavêjin, girtiyan berdin û edaletê bînin cîh. Bi van yekan gelê Kurd jî wê ji pêvajoyê bawer bike û lê germ bibe. Li welatekî ku edalet hebe, dewlemendî, aştî û aramî jî çêdibe.”
















