Girtiyê siyasî yê berê û welatparêz Ezîz Bardakçi (Ezîzê Mûso) di 73 saliya xwe de li Mûşê koça dawî kir.
Ezîz Bardakçi (Ezîzê Mûso) ku welatparêzekî Kurd bû û 10 salan di girtîgehê de 20 salan jî li sirgûnê maye, pêr li Mûşê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Ezîzê Mûso di nav gelê Kurd de dihat hezkirin û kesek rêzdar bû. Di heman demê de bavê nivîskar Eyşana Beravî ye. Ezîzê Mûso piştî 10 salan a di girtîgehên Tirkiyeyê de ma, neçar maye ku koçî Ewropa bike. Ezîzê Mûso piştî 20 salên li sirgûnê vegeriya welat û derbasî bajarê xwe Mûşê bû. Ew ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin, lê piştî giranbûna rewşa xwe jiyana xwe ji dest da û çû li ser dilovaniya xwe.
Malbata Bardakçi li Mizgefta Emîn a li navenda Mûşê şîna danî û wê şîn sibê jî bidome.















