Enqere – Wezareta Çand û Turîzmê bersivek sosret da pêşniyarpirsa parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan a derbarê Medreseya Feqiyê Teyran de. Wezaretê di bersiva xwe de îdia kir ku mulkiyeta Medreseya Feqiyê Teyran aîdî Wezareta Xezîne û Maliyeyê ye û tehsîsî wezareta wan nehatiye kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê Medreseya Feqiyê Teyran ku li gundê Finikê Rewî ya navçeya Basa ya Şirnexê ye di 17ê Adara 2026an de peşniyarpirs da Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy. Medrese tevî ku di bin parastina Wezareta Çand û Turîzme, Midûriyeta Çand û Turizmê ya bajêr de ye û di statuya “Hebûna Çandî” de ye jî nehatiyê parastin û bi hilweşînê re rû bi rû ye.
Medreseya Feqiyê Teyran tevî ku di bin baneya Wezareta Çand û Turîzme de ye jî lê wezaretê bersiveke sosret daye pêşniyarpirsê. Wezaretê îdia kiriye ku mulkiyeta Medreseya Feqiyê Teyran aîdî Wezareta Xezîneyê û Maliyeyê ye û tehsîsî wezareta wan nehatiye kirin.
Newroz Uysal Aslan di pêşniyarpirsa xwe de bal kişandibû ser girîngiya kesayetiya Feqiyê Teyran di dîrok û wêjeya Kurdî de û rewşa xirabbûna medreseyê pirsî bû. Newroz Uysal Aslan ji Wezareta Çand û Turîzmê pirsî bû ku Medreseya Feqiya Teyran di kîjan statuyê de cih digire û ji bo pêşî li hilweşîna medreseyê bê girtin çima heta niha xebateke restorasyonê nehatiye kirin.
Lewhe ya wezaretê ye lê wezaret xwedîderketinê înkar dike
Wezareta Çand û Turîzme jî di bersiva pêşniyarpirsê de diyar kir ku Medreseya Feqiyê Teyran di dereceya yekemîn a qada SÎTê ya arkeolojiyê de cih digire û mulkiyeta wê giredayî Wezareta Xezîneyê û Maliyeyê ye. Her wiha Wezaretê di bersiva xwe de gotiye ku di 21ê Nîsana 2021an de ji aliyê desteyê ve biryar hatiyê dayin ku ji bo nûjenkirina medreseyê projeyek ji aliyê îdareyên berpirs ve were amadekirin. Balkêş e ku di heman bersivê de wezaretê diyar kiriye ku ji bo nûjênkirinê tu proje radestî midûriyeta eleqedar nehatiye kirin. Her wiha tevî ku li ser deriyê Medreseya Feqiyê Teyran lewhaya Wezareta Çand û Turîzmê heye jî wezaretê bi bersiveke sosret diyar kiriye ku mulkiyeta Medreseya Feqiyê Teyran aîdî Wezareta Xezîne û Maliyeyê ye û tehsîsî wezareta wan nehatiye kirin.
Dîroka Medreyseya Feqiyê Teyran
Her çiqas dîroka Medreseyê nayê zanîn jî li gorî lêkolînan di navbera salên 1501 û 1600an de hatiye çêkirin. Medrese di dema Osmaniyan de ji bo kesên rêwî ne li wir perwerdehiyê bibînin hatiye çêkirin. Piştî ku Feqiyê Teyran li vir perwerdehî dîtiyê û xwendiye navê Feqiyê Teyran li medreseyê hatiye kirin. Medrese tevî ku bi qanûnan hatiye parastin û di bin parastina Wezareta Çand û Turzîmê û Midûriyeta Çand û Turîzme ya Bajêr de ye jî nehatiye parastin û hilweşiya ye. Banê medreseyê tevahî hilweşiya ye û dara ku di hûndirê medreseyê de şîn bûye jî guliyên wê bi ser ban ketine. Dîwarê medreseyê jî ji aliyê derî vê bi temamî hilweşiya ye. Derzên mezin li dîwarên medreseyê ketine û gelek cihên wê xira bûne. Di salên 90î de di xebata rê de medrese hatiye texrîbkirin û û piştî wê jî ji bo restorasyonê tu xebat nehatine kirin.
Tevî ku parlamenterê AKPê yê Şirnexê Aslan Tatar saleke berê gotibû xebata restorasyonê dê bê kirin jî tu xebat nehatiye destpêkirin. Medreseya ku bi tinebûnê re rû bi rû maye, di wêne û dîmenên hatine girtin de jî xuya dike ku heke tu xebat neyê kirin medresê wê bi temamî hilweşe. Ev mederese jî weke şûnwarên dîrokî yên Kurdistanê ku tine bûne, bi metirsiya tinebûnê re rû bi rû maye.













