• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

16 MIJDAR 2026 - 13:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Platforma Saziyên Demokratîk di çalakiya nobede ya vê heftê de li ber Wezareta Dadê bertek nîşanî cara 5mîn astengkrina berdana Hîcran Bînîcî dan û xwestin sepanên derhiqûqî ya li dijî girtiyan pêk tê, bên bidawîkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk di hefteya 5emîn a nobedê de derbarê girtiya siyasî Hîcran Bînîcî ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye û berdana wê cara 5an hate dirêjkirin li ber Wezaretê Dadê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên demokratik û gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de dowîzên li serê wêneyên girtiyên siyasî û nivîsên azadiya girtiyan dixwest hebûn, hatin rakirin û bênavber dirûşmeya, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hate berzkirin. Li ser navê Platforma Saziyên Demokratîk Nesîl Çîfçî daxuyanî xwend.

Nesîl Çifçî bi lêv kir ku ew li ber Wezareta Dadê careke din derhiqûqiya li dijî girtiyên siyasî ya di girtîgehan de diqewime tînin ziman û wiha axivî: “Desteya Rêveberiyê ya Girtîgehan destûra bingehîn daniyê aliyekî û bi biryarên keyfî berdana girtiyan asteng dike. Em dibêjin, Hicran Bînîci bi kîjan sedemê zêdetirî 2 salan e azadiya wê ji destê wê hatiye girtin? Çima mafê wê yê berdana bi şert tê asteng kirin? Ji bo ku zêdetirî du salan e li girtîgehê tê girtin, tu bingehek hiqûqî tune ye; navê vê pratîkê îşkence ye; ev bi eşkereyî sûcê sînorkirina azadiyê ye. Berdana Hîcran Bînîci ya ku 33 salan e di girtîgehê de ye, li ser nirxandina Lijneya Birêvebirin û Çavdêriyê pêşî 3 meh, paşê 6 meh, dû re 9 meh û piştre jî bi biryara dîroka 10.09.2026 salek din hat paşxistin. Em dipirsin; Lijneya Birêvebirin û Çavdêriyê çi ye? Gelo dadgeh e? Armanca vê lijneyê çi ye ku dikeve pêşiya dadgehê û mafên azadiya mirovan ji holê radike? Ev sazî desthilatdariyê ji ku distîne?”

‘Divê ev pratîka derhiqûqî bi dawî bibe’

Nesîl Çîfçî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berdana Hîcran Bînîcî ji ber fikir û ramanên wê yên siyasî hatiye dirêjkirin û ev yek anî ziman: “Di girtîgehan de, Destûra Bingehîn û prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî tên paşguhkirin û bi rêya rêziknameyan rejîmeke sîstematîk a binpêkirina mafan tê birêvebirin. Biryarên şewitandina cezayên kêfî, astengkirina berdanê û pratîkên ku jiyana girtiyên nexweş dixin xetereyê bi destê lijneya çavdêriyê tên kirin, hiqûqê radestî desthilatiya bêsînor a îdareyê dikin. Hefteya borî me li ser navê Pînar Tikît daxuyanî dabû; em li benda azadkirina wê bûn, lê heman rojê me bihîst ku lijneya çavdêriya îdarî berdana Pînarê cara 3yemîn ji bo 9 mehan dirêj kiriye. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û Pînar Tikît bi lêz were berdan. Di şexsê Hîcran Bînîcê de, em ê salek paşxistinê li ku dera jiyana mirov bi cih bikin? Vê paşxistinê cara 5emîn berdana wê asteng kir û dîroka civîna din a Lijneyê 9ê Îlona 2027an hatiye diyar kirin; em ê vê rastiyê bi kîjan hiqûqê rave bikin? Divê ev pratîka bêhiqûq û keyfî ya ku ‘ceza li ser cezayê’ diafirîne bi dawî bibe.”

Nesîl Çîfçî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Newroz Bozkurt a ku ji ber rewşa wê giran bû ye û ew rakirin nexweşxaneyê. Çîftçî xwest Newroz Bozkurt tavilê were berdan.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: hicranbinicisaziyendemokratik
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne