Qers – Malbata Anli ku ji bo zivistana dirêj a Qersê amadekariyên xwe qedandine anî ziman ku ew ji bo zivistanê her tiştê xwe bi xwe çêdikin û malbat dibêje; “Zivistanê jî karê me naqede, em zivistanê jî dewarên xwe xwedî dikin.”
Zivistana herêma Qersê bi qasî heft mehan dajo. Di meha Mijdarê de dest pê dike heta meha Gulanê-Hezîranê bihar nayê vê herêma Serheda jorîn. Ew jî ji xwe re ji bo zivistanê amadekariyeke mezin û zihmet tîne. Xelkê li Qersê, Erdexanê dijî her beriya demsala zivistanê bi rêbazên cur bi cur ji bo zivistanê amadekariyên xwe dike. Ji bo xwarinê penîr, rûn, qelî û zerzewatan kom dikin. Genim dihêrin û dikin arvan û ji vê ve jî nan çêdikin. Ne tenê ji bo xwarinên xwe her wiha ji bo heywanên xwe jî amadekariyan dikin. Giha tê çînin û tînin li ber tevlan dikin lod. Her wiha ceh û ka tê îstîfkirin da ku heywan di zivistanê de birçî nemîne. Her wiha welatî ji bo germbûna xwe jî amadekariyan dikin û kermeyan û sergînan kom dikin û dikin qelax. Li deverên weke Qers û Erdexanê ev hemû ji bo zivistana dirêj û sar amadekariyên pewîst in.
Malbata Anli ku li Bajarokê Bazarcixê ya bi ser navçeya Dîgora Qersê ve dijî, ji bo zivistanê amedekariyan dike derbarê amadekariyên xwe zivistanê de axivî.
Ji bo zivistanê gelek tiştan bi destê xwe çêdikin
Semra Anli destnîşan kir ku ew ji derve pir kêm tişt ji bo zivistanê dikirin û her wiha ew her tiştî bi destê xwe çêdikin. Semra Anli qala amadekariyan zivistanê kir û ev yek anî ziman: “Em ji bo zivistanê xwarinê amade dikin. Em ji bo zivistanê penîrê xwe hildidin. Em arvan çêdikin û kartolan dikirin. Em penîrên xwe dixin şotan û eyaran da ku di zivistanê de tehma wê xweş bibe. Gelek zehmetiyên amadekariya zivistanê hene lê em bi kêfxweşî xwe amade dikin. Em zexîreyên ji bo zivistanê bi keda destê xwe amade dikin. Em genimê zeviyên xwe li aş dihêrin û dikin arvan. Em ji derve nan nastînin, em bi xwe çêdikin.”
Ji bo heywanên xwe amadekarî dikin
Semra Anli da zanîn ku ew tenê ne ji bo xwe ji bo heywan û germbûnê jî amadekariyan dikin û wiha got: “Em ji bo dewarên xwe jî giha diçînin û van dikin balye. Ka jî li ser hev kom dikin û zivistanan didin dewaran. Em zibilên heywanan derdixin, dikin basme û piştre jî dibirin dikin kerme. Em kermeyan kom dikin dikin qelax, zivistanê jî van dişewitînin. Dar û komir tine ji ber wê jî em ji bo germkirinê kermeyan dişewitînin. Em hem bi karê malê û hem jî bi karê gund ve mijûl dibin. Em wisa haziriyê xwe dikin. Ev rizqê me ye, her çiqas zehmet be jî lê em pê kêfxweş dibin. Par zivistan pir dirêj ajot heta dewarên me derketin me gelek zehmetî dît.”
‘Zivistanê jî karê me naqede’
Behîce û Abbas Anli ku hevjînê hev in, wan jî qala amadekariyên zivistanê kirin û wiha gotin”Debara me li ser sewalkariyê ye, em ji bo heywanên xwe zevî datînin. Em kayê patoz dikin û giha kom dikin. Em ji bo germbûna xwe jî kermeyan çêdikin. Em ceh, genim û xamkêsan diçînin, hazir dikin û zivistanê didin dewarên xwe. Ji bo germbûnê jî em sergîn û kermeyan dişewitînin. Sergîn û kerme têr nakin, em bi ber re komriê jî dikirin. Zivistanan jî karê me naqede. Zivistanê jî xwedîkirina dewaran heye û helbet zehmetiyên wê hene. Em rûnê malê û penîr çêdikin. Em penîrê xwe dixin eyaran. Em nanê xwe di mal de çêdikin, li tenûrê dixin. Zivistan jî û jiyana me jî didome. Em gundî ji hev re baş in û em bi hev re bextewar in. Gundê me pir xweş e.”





















