• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amadekariyên zivistinê: Ji hilûkan dermanên xwezayî çêdike

Galîp Kirmizigul / AW

20 COTMEH 2026 - 08:54
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Colemêrg – Li Şemzînanê bi hatina payîzê re amadekariyên xwarinên zivistanê ku kevneşopiyeke herêmê ne, berdewam dikin. Besna Kirmizigul a ji qalikên fasûliyan bigire heta dendikên wan ji bo zivistanê vedişêre, hilûk ango încasan jî dikelîne û dike dermanên xwezayî.

Di cîhana îro de felsefeya ku her tiştî ji bo avêtinê careke din bi kar bînin, li Kurdistanê bi hezarên salan e berdewam dike. Ji ber şert û mercên çiyayî û zivistanên dijwar ên Kurdistanê gelê herêmê neçarî man ku bi hişmendiyek zanistî a parastina xwarinê tevbigerin ku berheman ji axê bigirin û bikin çavkaniya jiyanê. Her tişt bi ked û destên jinan bi çanda kolektîf veguherî jiyanê.

Besna Kirmizigul a li Şemzînanê dijî; fasûlî, kundir, bacansork, kartolan diçîne û berhev dike ji bo zivistanê. Besna Kirmizigul hilûkên ku berhev kirine jî dikelîne û dike salçe ji bo nav xwarinên zivistanê. Her wiha bi kelandina hilûkê ji bo nexweşên şekir û tansiyonê yên ku di nav malbat an jî civakê de hene, dermaneke xwezayî bi dest dixe. Besna Kirmizigul kakilên gûzan têxe di nava hilûkên ku hatine kelandin de piştre hişk dike û mina qendên şekirê dibire. Bi vê rêbazê daxwaza şêrînahiyê bi awayekî xwezayî çareser dike. Ev rêbaza zanistî û bijîşkî nîşan dide ku hişmendiya gelêrî ya li Kurdistanê bi hilberandina li gorî fîzyolojiya mirovan tevgeriya ye.

Li gorî zanistiya îro fêkiya hilûkê dema helandina karbonhîdratê dirêj dike û pêşiya bilindbûna bi lez a şekira xwînê digire. Potasyuma di nava hilûkan de û asîdên rûn û magnezyûma ku ji gûzan tê, tansiyona xwînê hevseng dikin, kolesterola xerab dadixînin û pergala dil û demaran diparêzin. Bi vî awayî, ev berhema ku ji bingeha dîrokî ya ji Kurdistanê tê û di kîlera Besna Kirmizigul de digihije asteke hunerî, hem jîyana xwezayî diparêze hem jî zivistanê sifreyan bê xwarin nahêle.

Amadekariya xwarinên zivistanê

Besna Kirmizigul ku ji bo ajansa me behsa van xwarinan kir, da zanîn ku 35 sal in ew amadekariya xwarinên zivistanê dike û wiha got: “Em biharê fasûliya diçînin û payîzê jî qalik û maşeyan wan derdixînin. Ji bo zivistanê em bikin nav xwarinên wekî şorbe, girar hwd. bikartînin. Ne tenê fasûlî, em bacansorkan, kundiran, kartolan hwd. her tiştî diçînin û berhev dikin ji bo zivistanê.”

Pêjgeha dayika Besnayê

Besna Kirmizigul behsa çêkirina xwarinên ji hilûkan jî kir û wiha pê de çû: “Em hilûkan berhev dikin û tînin dikelînin. Piştî kelandinê em sîsmukê dikin careke din dikelînin. Qasî 2 saetan em dikelînin, tîr dibe û dikeve sincûra salçê. Salçeya hilûkê em zivistanê dikin nav tirşik û şorbeyan de. Car car jî em vê salçê bi ser birinc û dolmeyan de dirêjînin. Gelek xweş dibe, îştaha mirov ya xwarinê vedike. Her wiha em bastêqê hilûkê jî çêdikin.”

Dermanê nexweşên şekir û tansiyonê

Besna Kirmizigul bal kişand ser xwarina ji bo şekir û tansiyonê dermaneke xwezayî ye û got: “Dema me hilûk kelandin em kakilên gûzan jî têxin di nav de û hişk dikin, piştre wekî qendên şekirê dibirin. Kesên ku nikarin çayê bi şekirê vexwin yên wekî nexweşên şekir û tansiyonê em vê didin wan. Ev tiştek xwezayî û gundewariye ye û kîmyasal nîne. Ji ber vê ji bo nexweşan gelek baş e.”

Etîket: amadekariyên zivistanêhilûkîncas
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne