Bi biryara Navenda Koordînasyona Veguhestinê (UKOME) heqê rêya di nav bajêr de ji sedî 20 hate zêdekirin û heqê rê bû 40 lîre.
Li Wanê heqê rêya li nav bajêr ji sedî 20 hate zemkirin. Ji îro pê ve heqê dolmîşên li nav bajêr dê rêwî 40 lîreyan bide. Heqê rê ji 33 lîreyan derxistin 40 lîreyan. Heqê şagirtan jî ji 23 lîreyan rabû 28 lîreyan. Zema herî dawî meha Nîsanê hatibû kirin, di heman salê de ev bû zema duyemîn e ku tê kirin.
Dîsa heqê di navbera bajêr û Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de bû 47 lîre, xwendekar jî dê ji navendê heta zanîngehê bi 32 lîreyan biçin.
Tarîfeya nû ku di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bi yekdengî hate qebûlkirin, ji îro pê ve dê bikeve meriyetê. Ev tarîfe ango bihayê nû; otobusên gel ên taybet, dolmîş, texsiyên bazirganî, otobusên şaredariyê û keştiyên ku li ser Gola Wanê veguhastinê dikin digire nav xwe.













