Nivîskar û siyasetmerdar Soydan Akay ê ku 32 salan di girtîgehê de mabû li Stenbolê hat binçavkirin.
Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay ê ku 1993an hatibû girtin û piştî 32 salên hatiye berdan, îro li Balefirgeha Stenbolê hat binçavkirin. Hate zanîn ku Soydan Akay îro bi balefirê ji Amedê çûye Stenbolê û li balefirgehê bi hinceta, ‘endamê rêxistinê’ hatiye binçavkirin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin Soydan Akay li Balefirgeha Stenbolê tê ragirtin.
Soydan Akay ê 32 sal di girtîgehê de maye, di heman demê de di nav lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.













