Wan – Dema weşangeriya çapemeniya Kurdî ji aliyê daxwaza wekheviya zayendî ve tê analîzkirin, mirov dikare çapemeniya Kurdî dabeşî 4 beşan bike. Di çapemeniya Kurdî de JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya guherîna zimanê zayendperest dikin.
Di çapameniya Kurdî de bi taybetî di medyaya sereke û nûçeyên rojane de zimanê mêrperest û zayendperest pirsgirêkeke kûr e ku hem ji çanda baviksalarî û hem jî ji wergera rasterast a zimanên serdest (wekî Tirkî, Erebî û Farisî) tê. Tevî ku di salên dawî de bi pêşketina weşangeriya jinan wekî JINNEWS, NûJINHA hişmendiyeke xurt li dijî vî zimanî ava bûye jî, di gelek sazî û dezgehan de ev ziman hîn jî tê bikaranîn. Dema ku weşangeriya çapemeniya Kurdî ya li ser malperên weşanên xwe nûçeyên nîviskî parve dikin, weke (JINNEWS, NûJINHA, Ajansa Welat, Mezopotamya Kurdî, ROJNEWS, Bîanet Kurdî, ANF Kurdî, AA Kurdî, Rûdaw, K24, Chanel8) ji aliyê zimanê zilamperestî û wekheviya zayendî tê berhevkirin. Mirov dikare van dabeşî 4 beşan bike. Di çapameniya Kurdî de ev 11 dezgehên ragihandinê li gorî xeta xwe ya bîrdozî, navenda weşanê (Bakur, Başûr an Tirkiye) û polîtîkaya zayendî dibin 4 xetên sereke. Her xetek di nûçegihaniyê de zimanekî cuda bi kar tîne.
Çapemeniya Kurdî bi rojnameya Kurdistanê ku di sala 1898an de li Qahîreyê hat derxistin, dest pê kir û bi Azadiya Welat jî gihişt lûtkeyê. Azadiya Welat li Bakurê Kurdistanê yekem rojnameya Kurdî ku rojane dihat weşandin bû û hema bibêje bingeha çapameniya Kurd û azad e. Rojname, di sala 1992yan de li Stenbolê bi rojnameya heftane ya Welat dest pê kir. Piştî girtina wê û piştre jî girtina Rojnameya Welatê Me (1994), di sala 1996an de Rojnameya Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Di 15ê tebaxa 2006an de Azadiya Welat derbasî weşana rojane bû û bû yekem rojnameya kurdî ya ku li Tirkiyeyê rojane tê çapkirin.
Di tebaxa 2016an de weşana Azadiya Welat hat rawestandin û di 29ê cotmeha 2016an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya hejmar 676an bi awayekî fermî hat girtin. Piştî navbereke 10 salan, di çileya 2026an de wekî rojnameyeke heftane dîsa dest bi weşana xwe kir. Têkoşîna Azadiya Jinan li ser weşangeriya Azadiya Welat jî bandoreke mezin kir û jinan di asta rêveberiyê de jî cîhekî girîng û mezin girt. Rojnameya ku niha heftane weşana xwe dike, xwedî li Têkoşîna Azadiya Jinan derdikeve û ji aliyê zimanê zayendî ve jî di nava weşanên serkeftî de ye.
Bikaranîna têgehên sereke û di nava çapemeniyê de rola jinan
* Xeta Yekemîn: Medyaya Jinan (Pêşengên zimanê wekhev JINNEWS, NûJINHA); Dijberiya herî tund û sîstematîk a li dijî zayendperestiyê û baviksalariyê ji aliyê van ajansan ve tê kirin. Van ajansan li dijî zimanê zilamperest ferhengok û rêbazên taybet ava kirine. Tegehên weke “Tundiya mêran”, “Qetilkirina jinan” û “Jina kedkar” ku kirdeyê diyar dike, bi kar tînin. Navê kujeran eşkere dikin lê nasnameya mexdûran eşkere nakin û diparêzin. Hemû xebatkar, edîtor û rêveber jin in. Ziman bi tevahî ji aliyê jinan ve tê hûnandin. Ev her du ajans ne tenê nûçeyan çêdikin, di heman demê de zimanê çapameniya Kurdî jî diguherînin. Peyvên wekî “namûs”, “evîn” an “hesûdî” di nûçeyên kuştina jinan de nayên bikaranîn. Ji ber ku ev peyv sûcê mêran sivik dikin. Di van herdu ajansa de beşa Jinelojiyê beşeke sereke ye.
Di JINNEWSê de Çeteleya Tundiyê heye û bi vê çeteleyê ajans hewl dide jinên ku hatine kuştin qeyd bikin û balê bikşînin ser tundiya li ser jinan, rêjeya kuştina jinan raxin ber çavan. Her wiha beşeke “Di dîrokê de îro” jî heye ku dixwazin bi vê beşê hemû geşedanên derbarê têkoşîna jinan a dîrokê de qewimîn, bikin rojeveke sereke ya civakê.
NûJINHA, di qada navneteweyî de ajansa jinan a herî berbiçav e. Li gelek welatên Rojhilata Navîn xebatkarên wan hene û bûyeran ji nêz ve dişopîne. Ev yek wan dike çavkaniyek ji bo çapemeniya cîhanê û asta dîtina nûçeyên wan zêdetir dike.
– Di nûçeya 23yê Mijdara 2026an a JINNEWSê ku bi sernavê ‘Di çapemeniyê de guherîna ziman wêdatir divê hişmendî biguherê’ hatiye weşandin, bal tê kişandin ku tenê guherandina ziman jî ne têrker e û divê hişmendî biguhere.
– Di nûçeya NûJINHA ya dîroka 23yê Mijdara 2026an a bi sernavê ‘Ajansa NûJINHA: Li Başûrê Kurdistanê em li dijî tundiyê têdikoşin’ destnîşan dike ku Ajansa NûJINHA bi awayekî rêkûpêk daneyên derbarê kuştin, xwekuştin û hemû cureyên tundiyê (fîzîkî, derûnî, aborî û dîjîtal) kom dike û diweşîne, ji bo sûc di bin navê ‘namûsê’ yan jî pirsgirêkên malbatî de neyên veşartin.
* Xeta Duyemîn: Çapemeniya Azad (Ajansa Welat, MA Kurdî, ROJNEWS, Bîanet Kurdî, ANFNEWS Kurdî); Ji bo paqijkirina zimanê nûçeyan ji kodên baviksalarî hewl didin medyaya jinan dişopînin. Di zaravayê Kurmancî de zayenda mê bi baldarî bi kar tînin. Jin di astên biryardayînê de cih digirin û di heman qadên xebatên çapameniyê de cih digirin. Ev ajans di bin bandora Tevgera Azadiya Jinan de ne û standardên JINNEWSê di nûçegihaniya giştî de pêk tînin. Her wiha ROJNEWS ku li Başûrê Kurdistanê li hember zimanê kevneşopiyê medyaya wê derê alternatîfek e. Têgehên wekî “jinên pêşeng” û “tundiya mêran” derdixe pêş.
– Di malpera Ajansa Welat de ‘beşa jinan’ beşekî sereke ye û di nûçeya 23yê Mijdara 2026an a bi navê ‘Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê’ de bal tê kişandin li ser pisgirêkên jiyana rojane yên ku jin rû bi rû dimînin. Her wiha di nûçeyê de tê diyarkirin ku divê ew pirsgirêk wekî pirsgirêkeke civakî bên rojevê û heke çapemenî li sedemên bûyeran negere û tenê wekî “pirsgirêkeke malbatî” lê binêre, dibe şirîkê wê tundiyê.
– Di malpera Ajansa Mezopotamya ya Kurdî de weke kategorî ‘beşa jinan’ tune ye. Di weşana Tirkî de di nav kotegoriyan de beşa jinan heye. Di nûçeya 23ê Mijdara 2026an a bi sernavê ‘Di qetlîamên jinan de zimanê nûçeyan tundiyê û faîl bêsûc nîşan dide’ de bal tê kişandin li ser zimanê ku medyaya giştî bi kar tîne, tundiyê vedihewîne û faîl bêsûc nîşan dide.
– Di malpera Bîanet Kurdî de di nav kategoriyan de beşa ‘zeyanda civakî’ heye û di vir de pirsgirêkên ku zayenda civakî dibe sedem derdikevin pêş. Di vê beşê de her meh ‘rapora tundiya mêran’ tê amedekirin û hejmara jin û zarokên ji aliyê mêran ve hatine kuştin an jî hatine îstîsmarkirin tê eşkerekirin. Di rapora 4ê Mijdarê ya Bianet Kurdî de hatiye ragihandin ku mêran di Cotmehê de 20 jin kuştin e. Di vê raporê de tê diyarkirin ku mêran di meha Cotmehê de herî kêm 45 jin jî birîndar kirine û herî kêm 9 zarok jî îstismar kirine.
– Di malpera ROJNEWSê de ‘beşa jinan’ beşeke sereke ye. Di nûçeye 22yê Mijdara 2026an a bi sernavê ‘Eşkerekirina tundiyê gavek ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve ye’ bal tê kişandin ku di salên dawî de, tundiya sîber a li dijî jinan zêde bûye. Di nûçeyê de tê destnîşankirin ku bi bikaranîna torên civakî û teknolojiyê tiştên weke gef, tacîza sîber, belavkirina agahî, wêneyên taybet bêyî razîbûnê û çavdêrîkirina jinan di qada dîjîtal de cih digire.
– Di malpera ANF Kurdî de jî ‘beşa jinan’ beşeke sereke ye. Di nûçeya ANFê ya bi sernavê ‘Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin’ de balê dikşînin ser zêdebûna tundiya li ser jinan û destnîşan kirine ku têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr tenê bi rêxistinbûneke xurt, piştevanî û xweparastinê dikare bê mezinkirin.
* Xeta Seyêmîn: Medyaya Başûr (Rûdaw, Kurdistan24, Chanel8); Piranî caran zimanê civakî yê heyî û kodên baviksalarî bêyî guhertin tên dubarekirin. “Cinayeta civakî/namûsê”, “Jina malê”, “Hevjîna filankesî” û hwd. tên bikaranîn. Hejmara rojnamevanên jin zêde ye, lê biryarder û edîtorên sereke bi piranî mêr in. Ev ajans wekî medyaya sereke (mainstream) tên pênasekirin û xwedî temaşevanên pir berfireh in. Gelemperî zimanekî zilamperest bi kar tînin. Mînak “Li Hewlêrê jinek ji ber pirsgirêkên civakî hat kuştin”, ev hevok kujer vedişêre û bûyerê wekî “pirsgirêkeke civakî” nîşan dide.
-Di Rûdawê de li ser malpera weşanê ‘beşa jinan’ tune ye. Di nûçeya Rûdawê ya 9ê Îlona 2026an a bi sernavê ‘Mata Hari: Jina ku Parîs dîn û har kiribû çima hat îdamkirin?’ de wiha qala bûyerê tê kirin: “Mata Hariya ku wekî sixura herî navdar a dîrokê tê zanîn, demekê hemû Parîs li pey xwe dîn û har kiribû, lê belê li Fransayê bi tawana xiyaneta li niştiman hat îdamkirin.” Bikaranîna peyvên ‘dîn û har kirin’ di zimanê nûçeyan de zimaneke kevneşop û zayendperest derdixe holê.
– Di malpera Kurdistan24an de ‘beşa jinan’ weke beşeke cuda tune ye. Di nûçeya K24 a di dîroka 9ê Adara 2024an de ya bi sernavê ‘Ensam Selman: Mafên jinan li Herêma Kurdistanê parastî ne’ de tê angaştkirin ku mafên jinan li Herêma Kurdistanê parastî ne û li Herêma Kurdistanê tu cudahî di navbera jin û mêran de nîne. Ev nûçe pirsgirêkên jinan ên li herêmê vedişêre û dibe sedema neçareserkirina van pirsgirêkan.
– Di malpera Chanel8ê de jî ‘beşa jinan’ a cuda tune ye. Di nûçeya vê kanalê ya dîroka 1ê Hezirana 2026an a bi sernavê ‘Li Sûriyeyê di mehekê de 15 jinan jiyana xwe ji dest dan’ de faîl vêşartîne û nayê zanîn ka ji bo çi van jin jiyana xwe ji dest dane.
* Xeta Çaremîn: Çapemaniya Dewleta Tirk (AA Kurdî); Piraniya nûçeyên AA Kurdî ji navenda Tirkî têne wergerandin. Ji ber ku di zimanê Tirkî de zayenda rêzimanî tune ye, di dema wergerandina bo Kurmancî de gelek caran qalibên mêrane wekî ‘formên standard’ têne bikaranîn û zayenda mê tê paşgûhkirin. Di nûçeyên bûyerên edlî û tundiya li ser jinan de, AA Kurdî zimanê fermî yê raporên polîs û dozgeriyan bi kar tîne. Ev şêwaz gelek caran bûyerê wekî ‘pirsgirêka malbatî’ yan ‘kuştina ji ber hesûdiyê’ pênase dike, li şûna ku wê wekî tundiya zayendî binav bike. Berovajî, ajansên wekî NûJINHA, JINNEWS an jî Bianet Kurdî ku têgehên wekî “komkujiya jinan” an “hevserok” bi kar tînin, AA Kurdî zimanekî kevneşopî û konservatîf diparêze. Jin di weşanên AA Kurdî de bêhtir di çarçoveya rolên kevneşopî yên wekî “dayik”, “malbat”, “alîkara civakî” an jî “projeyên pîşeyî” de cih digirin. Jinên ku di qada siyasî ya muxalîf de çalak in pir kêm di nûçeyên wan de xuya dikin.
– Di malpera weşana vê ajansê de ‘beşa jinan’ tune ye. Di malpera AA Kurdî de dema lêgerîna peyvên jin, tundiya li ser jinan, 25ê Mijdarê, qetilkirina jinan û hwd. tê kirin tu encam nayê dîtin.
Sedemên berdewamiya zimanê zilamsalar û serdest
Gelek nûçe ji ajansên Tirkî, Erebî yan jî Farisî rasterast tên wergerandin. Zimanê zilamperest ê wan ajansan bêyî ku were parzûnkirin derbasî Kurdî dibe. Her çend hejmara rojnamevanên jin zêde bûye jî, di gelek dezgehên çapemeniyê de rêveber, edîtor û biryarder hîn jî mêr in. Zimanê çapemeniyê neynika civakê ye û kodên civakî yên kevnar di nav nûçegihaniyê de xwe dubare dikin. Di çapameniya Kurdî de, bi taybetî di navbera medyaya sereke û medyaya azad (wekî JINNEWS, NûJINHA, Ajansa Welat, Mezopotamya û hwd.) de, di warê bikaranîna têgehan de ferqeke mezin heye. Saziyên Çapemeniya Azad ên tevlihev piranî caran hevokên pasîf (wekî ‘Jinek hat kuştin’) bi kar tînin. Ajansên jinan jî hevokên aktîf (wekî ‘Mêrekî jinek qetil kir’ an jî ‘Jinek ji aliyê filan mêr ve hat qetilkirin’) tercîh dikin da ku berpirsiyar eşkere bibe. Di sernavên nûçeyan de, dema behsa komeke tevlihev (jin û mêr) tê kirin, ajansên tevlihev hewl didin qertafên nêr û mê bi kar bînin (wekî ‘kê/î’).
Têgehên wekî “cinnet geçirmek (dîn bûn)” ku di medyaya Tirkî de ji bo kujerên jinan tên bikaranîn, di hin ajansên Kurdî de wekî “hişê xwe winda kir û kuşt” tên wergerandin. Ev yek kujer ji berpirsiyariya hiqûqî û exlaqî rizgar dike.













