Amed – Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, duh li dijî zêdebûna kuştina jinan li ber Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” da destpêkirin. Jinên ku tev li çalakiya nobedê bûn destnîşan kirin ku divê qanûnên pêşgir ên li dijî tundiya li ser jinan bên amadekirin û wiha gotin: “Ji kuştina jinan re êdî bes e. Jin tune be, jiyan jî tune ye.”
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, duh li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li ber Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” da destpêkirin. Hevşaredarên Navçeyên Amedê, endam û rêveberên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl yên jinan û gelek jin tev li nobedê bûn. Nobeda ku hate destpêkirin dê 10 hefteyan berdewam bike. Nobed dê her hefteyê roja sêşemê ber Edliyeya Amêdê bidome. Jinên ku tev li nobedê bûn peyamên berxwedana jinan dan û derbarê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” de ji ajansa me re axivîn.
‘Em ê li ber xwe bidin’
Endama DEM Partiyê ya Amedê Nazli Yavûzê diyar kir ku divê êdî rê li ber kuştina jinan bê girtin û qanûnên rêgir bên derxistin û wiha got: “Êdî çi ji destê mêran were dikin. Ev pergal heta ku cezayekî giran nede van mêran û ew cezayekî giran nebînin, kuştina jinan ranaweste. Divê cezayekî wisa giran bidin wan ku ev mirov destê xwe ji kuştina jinan bikişînin. Ku jin tune be, jiyan jî tune ye. Zarok tune ne, malbat tune ye, kar û bar tune ye, her tişt li ser pişta jinan e. Dema ku jin hat qetilkirin, çi feydê dibînin? Divê ev pergal êdî piştgiriyê nede van mêran. Em li dijî kuştina jinan in; ji ber vê yekê em li vir daxwaz dikin û em li ber xwe didin.”
‘Biryarên dadgehê tundiyê narewestînin’
Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Esra Çîçekê jî da zanîn ku her roj li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin û ev tişt gotin: “Her roj em balê dikişînin ser vê yekê û em diêşin. Lê belê dengê me nagihije li cihekî. Li pêşiya me 25ê Mijdarê heye, Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan e. Xebatên me û bernameyên me hene. Me got em vê hefteyê bi hev re nobedê bidin destpêkirin. Di her hefteyê roja sêşemê di heman saetê de em ê werin cem hev. Li Tirkiyeyê çend jin hatibin qetilkirin, em behsa wan bikin û çîrokên wan bînin ziman. Ev qanûnên ku têne derxistin nabe bersiva jinan, nabe çareserî. Li dadgehê hinek biryaran didin ku ev biryar tiştekî nakin û tundiyê ranawestînin. Mêr hêj bêtir tundiyê dikin.”
‘Hefteyek nîn e ku jinek ji nav me kêm nebe’
Endama TUHAY-DERa Amedê Şehzade Anarê jî bal kişand li ser qetilkirina jinan û wiha axivî: “Hefteyek nîn e ku jinek ji nav me kêm nebe. Ji ber zilm û tundiya meran, gelek caran ji aliyê bavê xwe, ji aliyê birayê xwe ve, bi tevahî tundiya li ser me jinan ji aliyê mêran ve tê kirin. Gava ev mêr zilmê dikin, di zagonan de cezayekî ku wî bide rawestandin tune ye. Daraz ji bo wî tiştekî nakin. Jin gava ku diçe dadgehê û dibe gilîkar jî an ew ê di navbera wan de biryara çareseriyê dide, yan jî ew gilînameyê qet nagirin qeydê; du rojan paşê ew jin tê kuştin. Ji ber vê yekê em hatine vir. Êdî em vê qetlîamê naxwazin. Ji kuştina jinan re êdî bes e.”













