Amed- Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen û Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Nazmî Çetînkaya bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên tenduristiyê dan û wiha gotin: “Ev polîtîka bûye sedem ku hevsengiya tenduristiyê xirab bibe û hikûmet budçeya 2027an a tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel amade dike.”
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê piştî pirsgirêka aborî, pirsgirêka herî sereke pirsgirêka tenduristiyê ye. Di dema ku butçeya 2027an tê amadekirin de saziyên tenduristiyê bertekê nîşanî rewşa tenduristiyê didin û dixwazin budçeya 2027an li gor pêwîstiyên rasteqîn were amadekirin. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen û Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Nazmî Çetînkaya têkildarî budçeya Wezareta Tenduristiyê ya 2027an ji ajansa me re axivîn û daxwazên xwe anîn ziman.
‘Dema budçeyê çêdikin fikra me nastînin’
Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Nazmî Çetînkaya got ku desthilatdar ne li gor gel lê li gor xwe budçeyê amade dike û wiha axivî: “Di bûdçeya 2027an de ji bo tenduristiyê, kedkaran û gel kêmasiyên mezin hene. Li gorî salên borî ev budçe gelekî paşde maye. Me dixwest em daxwaz û pêşniyarên xwe pêşkêşî meclisê bikin û budçeyê binirxînin lê pêşniyarên me nehatin xwestin. Ev jî tê wê wateyê ku desthilatdar li gorî daxwazên xwe vê bûdceyê amade dike.”
‘Hemşîreyek li Amedê 550 kesan li Enqereyê 350 kesan dinêre’

Nazmî Çetînkaya bal kişand ser cudatiya tenduristiyê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ev tişt anî ziman: “Li herêma me di mijara parvekirina vê bûdceyê de gelek kêmasî hene. Li gorî rojavayê Tirkiyeyê herêma me di vî warî de paşde maye. Hem ji bo avakirina saziyên tenduristiyê û xerckirina pereyan, hem jî di mijara xebatkarên tenduristiyê de gelek kêmasî hene. Gel nikare bi hêsanî xwe bigihîne tenduristiyê û gelek zehmetiyan dikişîne.”
‘Budçe li gor herêman tê guhertin’
Nazmî Çetînkaya herî dawî got ku ji ber budçeya kêm karkerên tenduristiyê gelekî zehmetiyan dikêşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e lêçûnên budçeya tenduristiyê ya herêma me werin zêdekirin. Wekî mînak, li gorî welatên endamên Rêxistina Hevkarî û Pêşketina Aborî (OECD), ji aliyê hejmara xebatkarên tenduristiyê û lêçûnên bûdçeya tenduristiyê ve herêma me gelek paşde maye. Mînak, li Amedê hemşîreyek li 550 nexweşan dinêre, lê li Enqereyê hemşîreyek li 350 nexweşan dinêre, dîsa li Bursayê jî li 350 nexweşan dinêre. Ev jî tê wê wateyê ku hevalên me yên li herêma me dixebitin, dema vî karî dikin bêtir dixebitin û bêtir diwestin. Ger hevalên me yên li vir di nava zehmetiyên mezin de xizmetê bidin, gel jî nikare xizmeteke baş a tenduristiyê bigire.”
‘Xizmeta tenduristî bi şêwazê bazirganiyê nayê dayîn’

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got ku pergala 20 salên dawîn a tenduristiyê ew ber bi xerabûnê ve biriye û wiha axivî: “Mixabin 20 sal zêdetir e tenduristî bûye bazirganî. Lê em dinêrin tenduristiya bi bazirganî naçe serî, pêş nakeve. Nexweş pir in, nikarin randevûyan bistînin, li ber deriyên nexweşxaneyan dor û rêzên dirêj çêdibin, derfet nayê dayîn ku mirov muayene bibin. Tenduristî tiştekî bazirganiyê nîne; tenduristî mafê bingehîn e, divê bêpere be û erkê yekem ê dewletê ye ku vê bîne cî.”
‘Ji bo mafê xwe em ê dakevin qadan’
Veysî Ulgen anî ziman ku kedkarên tenduristiyê di nava şert û mercên giran ên aborî de dixebitin û ev tişt vegot: “Mafê kedkarên tenduristiyê divê were başkirin; ev meaş têr nakin. Hinek kedkar li sê cihan dixebitin, karê din dikin, tev deyndar in. Bi vê rewşê ev ê çawa bixebitin? Enflasyon pir e, buhayê tiştan zêde ye, kedkar bi vî halî aciz in. Ji bo mafên kedkaran, di 12ê Kanûnê de li ser budçeyê em ê li Enqereyê mîtîngekî li dar bixin. Em bang dikin ku ji bo mafên kedkaran her kes tev li vê mîtîngê bibe.”












