Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku ger li eniyan dubare şer û pevçûn çêbibin ew ê li Libnan, Sûriye û Xezeyê zêdetir herêman dagir bikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz ê xwe amade dike dev ji wezîfeya xwe berde, roja Çarşemê daxuyaniyek da û got ku heya Hamas tê bêçekkirin, çekên Hizbullahê yên li Xezeyê tên tesfiyekirin û “gefên cîhadîst” ên girêdayî Sûriyeyê ji holê neyê rakirin ew ê ji xetên ewlehiyê yên heyî venekişin.
Katz anî ziman ku ger li eniyan dubare şer û pevçûn çêbibin artêşa wan amade ye ku herêmên nû dagir bike.
Li Lubnana Başûr êrîş didomin
Li aliyê din Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan rêyeke binerd a li nêzî Çiyayê Dov ku tê îdîakirin ji aliyê Hizbullahê ve tê bikaranîn, îmha kiriye.
Artêşa Îsraîlê îfade kir ku binesaziya behsa wê tê kirin ji bo amadekirina êrîşên li hemberî hemwelatiyên Îsraîlê û leşkerên li herêmê tê bikaranîn.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin li başûrê Libnanê şeva Sêşêmê di navbera gundên Hebbariye û Kfar Şubayê ên li nêzî Şebayê de teqînek rûdaye. Sibeha Çarşemê jî li Srebbinê teqîneke nû çêbû. Her wiha hate diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê tevahiya şevê li başûrê Libnanê firiyane.













