Amerîkayê piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser balafirgeheke li bakurêrojavayê Sûriyeyê, bi armanca astengkirina şerekî muhtemel û şaş fêmkirina navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê hewl dide mekanîzmayekê ava bike.
Dewletên Yekbûyî yên amerîkayê (DYA) bi armanca astengkirina şaş fêmkirin û rageşiya navbera Îsraîl, Tirkiye û Sûriyeyê, hewl dide mekanîzmayeke nû ava bike.
Nûnerê Taybet ê DYAyê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack daxuyanî da Reutersê û got ku ev hewldan piştî êrîşa Îsraîlê ya li ser baregeha Ebû Zûhûr a li bakurêrojavayê Sûriyeyê hatiye bilezkirin.













