Muxafizên Şoreşê yên Îranê îdia kir ku wan sîstemeke radarê ya hişyarkirina pêşwext a DYAyê ya li Bahreynê kirine hedef û îmha kirine. DYA û Bahreynê hîn êriş piştrast nekirine.
Muxafizên Şoreşê yên Îranê roja Înê daxuyaniyek dan televîzyona dewletê û ragihandin ku yekîneyên ser bi Hêzên Hewa-Fezayî li radareke hişyariyê ya pêşwext a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Bahreynê xistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, êriş weke bersiva li êrişa hewayî ya li ser kûleya telekomunîkasyonê ya li bajarê Sîrîkê yê li başûrê Îranê hatiye kirin. Muxafizên Şoreşê îdia kirin ku radar hatiye îmhakirin û di mijara bidawîkirina êrişên hewayî yên DYAyê û qaçaxçîtiya petrolê ya ji Tengava Hurmizê de hişyarî da.
Rayedarên DYA û Bahreynê li ser êrişa gengaz a li Bahreynê hîn daxuyaniyek nedane. Baregeh û binesaziya leşkerî ya Bahreynê ku welatekî biçûk ê giravê yê li Kendavê ye bi destpêkirina êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê di şerê Rojhilata Navîn de gelek caran bûbû hedef.













