Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li ser 5 xwepêşanderan birî. Her wiha bi dehan girtiyên siyasî û bawermendên olî li Urmiye û Îlamê bi cezayên giran ên zindanê re rû bi rû man.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, derbarê zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek weşand.
Di raporê de hat diyarkirin ku dadgehên Tehran û Meşhedê cezayê darvekirinê li ser 5 xwepêşanderên girtiyên serhildana Çileya 2026an birîn.
Navê xwepêşanderên cezayê darvekirinê lê hatine birîne wiha ne: “Elîreza Rezaî, Vehîd Qehermanî, Mehdî Celalî, Metîn Şebanî û Emîr Dilşad.”
Hat destnîşankirin ku ev 5 welatî bi hinceta “hevkariya li gel welatên dijber” hatine cezakirin. Di heman dozê de du jinên girtî ku heta niha nasnameya wan nehatiye zelalkirin, her yek bi 30 sal cezayê zindanê hatine cezakirin.
Her wiha Mehdî Celal ku berê melayê olî bû, di dozeke din de li dadgeha taybet a melayan bi hinceta ji dîn derketin cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Li aliyê din, rêxistinê nasnameya herî kêm 20 girtiyên bawermendên olî yên li Zindana Navendî ya Urmiyeyê aşkere kir ku her yek ji wan ji 6 mehan heta 10 sal û rojekê bi zindanê hatine cezakirin.
Navê wan girtiyan jî wiha ne: “Yequb Muradî, Îbrahîm Jiyanî, Areş Agahî, Esed Mihemedîyan, Awîne Qeyteranî, Çiya Nesrulahî, Resûl Yûsif, Siyamend Elîpûr, Hêmin Ehmedî, Emîn Dilnişîn, Şehriyar Xizir, Cefer, Wezîr Zersaw, Re hîm Asare, Efşîn, Areş Qulîzade, Mîhran Nîrumendî, Kamyar Şêxhî, Mewlûd Ateşbar û Seadet Taşke. Ev girtî ji mafên weke destûr, azadiya bimarj û çareseriya bijîşkî ya li derveyî zindanê hatine bêparxistin.”
Her wiha li Zindana Navendî ya Îlamê, du birayên werzîşvan ên bi navên Emîrelî û Emad Zakerîferd ku di xwepêşandanên Çileya 2026an de hatibûn girtin, piştî îşkenceyên giran ên fizîkî û derûnî di girtîgeha Supaya Pasdaran de, ji bo bicihanîna cezayên xwe sewqî zindanê hatin kirin. Li dadgehê cezayê 35 û 33 sal zindan û qamçiyan li ser van her du birayan hatiye birîn.













