* Qeyimê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li taxên Kalecîk û Şemsîbeyê plana îmarê ya serdema Bekir Kaya, betal kir û planeke nû xist meriyetê. Welatiyên taxan bal kişand ser plana îmarê ya nû û wiha gotin: “Em vê zilmê qebûl nakin, divê dîsa vegerin îmara sala 2013an.”
* Li gorî daneyên gelek şîrketên lêkolînê ku li ser encamên aborî û siyasî ya gendeliya fonan rapirsî û lêkolîn kirine dengên AKPê di meha Îlonê de ji sedî 36 bûye û di meha Cotmeh û Mijdarê de 3 puan ketiye û bûye ji sedî 33. Her wiha li gorî daneyan baweriya civakê ya bi desthilatê û pêkanîna edaletê jî gelek lawaz bûye.
* Girtiya nexweş Evîn Zapsû ku 10 sal in di girtîgehê de ye, ji ber derengxistina dermankirinê bi rewşa tenduristiya wê xedar dibe. Hevjînê Evîn Zapsûyê, Mecît Zapsû banga berdana Evîn Zapsû kir û got: “Beriya 3 rojan ez çûm girtîgehê. Rewşa wê qet ne baş bû. Nikaribû pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne. Evîn xwînê vedirişîne.”
* Welatiyên Êlihê yên ku bi salan e teqawid bûne anîn ziman ku her roja diçe rewşa aboriyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi xirabûnê ve diçe û gotin: “Teqawidbûna li Tirkiyeyê em dikarin bêjin birçîbûneke bi rezaletî ye. Her ku diçe êdî kesek nikare debara xwe ya malê bike.”
* PENa Kurd Konferansa Wêje û Aştiyê ya ku 2 rojan bidome dê li Ewyana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar bixe. (10:00-17:00)









