* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dike ku rêya belavkirina civakekê û mêtingeriya wê ew e ku zimanê wê bê tunekirin û bêfonksiyon were hiştin. Li gorî lêkolînan bi pêşketina amûrên teknolojiyê re mirovan ji civakbûnê dûr dixe, mirovên ku ji civakê dûr dikevin jî têkiliya wan qels dibe, ev jî bandor li ser axaftinan dike. Her ku diçe, mirov di axaftina xwe de kêmtir peyvan bi kar tînin. Rojane 338 peyv di axaftina mirovan de kêm dibin. Her sal 120 hezar peyv kêm tên axaftin.
* Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê parêzer Veysî Gûneş derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de da zanîn ku helwesta dewletê ya li ser kodên ewlehiyê bêbaweriyê çêdike û wiha got: “Ger Kurd di navbera xwe de tifaqeke demokratîk çênekin, nikarin mafê xwe bistînin û nikarin vê pêvajoyê bigihînin encamê.”
* Di 4ê Mijdara 2016an de li dijî HDPê darbeya siyasî dest pê kir û plana tesfiyekirina siyaseta demokratîk û pergala hevserokatiyê xistin meriyetê. Jinên ku şahidiya wan rojan kiribûn anîn ziman ku desthilata AKP-MHPê xwestin jinên berxwedêr ceza bikin û gotin: “Jin li dijî zordaran serî natewînin.”
* Li tesîsa masiyên deqsor a li navçeya Payîzavayê di salekê de 100 ton masî tên hilberandin. Xwediyê tesîsê Reşat Yilmaz anî ziman ku ji bo tendirûstiyê divê masiyên mezin di nava hewzên xwezayî de bên xwedîkirin.
* Baroyên bajarên herêmê û saziyên civakî yên Amedê dê bi boneya salvegera 10emîn a darbeya siyasî ya li dijî HDPê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide. (13:30)
* Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi boneya salvegera qeyiman dê li ber avahiya Çand Amedê daxuyanî bide. (15:30)
* Platforma Saziyên Demokratîk a Êlihê derbarê salvegera tayînkirina qeyiman de dê li Cadeya Gulistanê daxuyanî bide. (12:30)
* Heyetek ji Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Enqereyê ne dê li Meclisê bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re hevdîtinê bike. (15:00)
* Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dê bi boneya salvegera darbeya 4ê Mijdarê ya li dijî HDPê li Girtîgeha Sîncanê bi jinên girtî re hevdîtinê bike û piştre jî li ber girtîgehê daxuyanî bide. (15:00)
* Li gelek bajaran dê bi boneya salvegera 10emîn a darbeya siyasî ya li dijî HDPê daxuyanî bên dayîn.
Kirmanckî
* Endamê OHD a Çûkûrova Pawitox Savaş Tanşır bale ante teda û bêhuqûqîyanê hepisxaneyê Ereglî û vat: “Nê problemê winayînî zerar danê prosesê aşîtîyê.”









