Wan – Şêniyê mezraya Sakê ya Gundê Kaçêtê Osman Semo bal kişand ser xwezaya dewlemend a Kurdistanê û got: “Kulîlkên cur bi cur çiqas zêde bin ji bo mêşan ew qas baş e. Ji ber vê yekê hingivê me yê zozanên Şaxê bêhempa ye û ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e.”
Navçeya Şaxê ya girêdayî Wanê bi xwezaya xwe balê dikişîne li ser xwe. Li gundan şêniyên li herêmê bi sewalkarî, hilberîna hingiv û komkirina guzan debara xwe dikin. Bi hatina demsala payîzê karê berhevkirina gûzan û hingîvê jî dest pê kiriye. Mêşhingiv di nav ciherengiya kulîlk û xwezaya Şaxê de hingivekî bêhempa diafirînin. Şêniyên navçeyê jî ji van berheman bêpar namînin û tiştên ku xweza diafirîne para xwe jê digirin.
‘Em her sal zivistanê koç dikin û diçin Çukurovayê’
Şêniyê mezraya Sakê ya gundê Kaçêtê Şaxê Osman Semo derbarê jiyana gund de axivî û da zanîn ku ew bihar û havînan li gundê xwe dimînin, zivistanan jî koçî herêma Çukurovayê dikin. Osman Semo diyar kir ku ew debara xwe piranî bi mêşvaniye dike û got: “Wekî din em diçin karên demsalî jî, wekî komkirina findiq û sebzeyan. Tenê bi karê gund em nikarin debara xwe bikin, ji ber vê yekê em her sal zivistanê koç dikin û diçin cihên wekî Edeneyê û dixebitin. Karê mêşan jî zehmet e. Heta payîzê, meha Kanûnê em li vir li zozanan in. Piştî Kanûnê em diçin Çukurovayê û di meha Gulanê de dîsa vedigerin welat.”
‘Kurdistan cihekî pîroz e’
Di berdewama axaftina xwe de Osman Semo pesnê taybetbûna xwezaya Kurdistanê da, behsa dermanbûna hingivê xwezayî kir û wiha pê de çû: “Dema em diçin Çukurovayê, em mêşên xwe jî dibin. Di navbera hingivê me yê vê derê û yê Çukurovayê de ferqeke mezin heye. Kurdistan, bi ciherengiya kulîlkên xwe cihekî pîroz e. Kulîlkên cur be cur çiqas zêde bin ji bo mêşan ew qas baş e. Ji ber vê yekê hingivê me yê zozanên Şaxê bêhempa ye û ji bo tenduristiya mirovan jî gelek baş e. Em dixwazin her kes were biceribîne û bibîne.”
‘Heke aştî pêk bê wê ji bo gundiyan jî baş be’
Osman Semo derbarê pêvajoya “aştî û civaka demokratîk” û bandora wê de jî hêvî û fikrên xwe wiha anîn ziman: “Ez hêvî dikim pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Aştî wê ji bo gelê me baş be. Baweriya me bi Serokê me jî heye, ew ê vê pêvajoyê bi ser bixe. Doza me ne dozeke vala ye û nikarin vala jî bikin, em li pey doza xwe ne. Heke aştî pêk bê wê ji bo gundiyan jî baş be. Zozanên gelek xweş hene lê belê qedexe ne. Ji ber vê yekê em nikarin mêşên xwe bibin wir. Zozanên wekî Mamxuran, Kelahê û Feraşînê qedexe bûn, niha hêdî hêdî ew qedexe jî radibin.”
‘Ji ber talûkeya ketinê êdî celweşînî tune ye’
Osman Semo behsa talûkeyên karê celweşîniyê jî kir û derheqê zehmetiyên kar û barên xwe yên gund de da zanîn ku li gel xweşiya gund, zehmetiyên wê jî hene. Osman Semo bi domdarî wiha axavî: “Li gundê me bi piranî pez tê xwedîkirin, darên gûzan gelek in û mêş tên xwedîkirin. Jiyana me ya li gund zehmet e lê belê cihekî pîroz e ji bo me. Ez bawer im em ê di her aliyê jiyanê de bi ser bikevin. Êdî darên me yên gûzan kal bûne, ji ber vê yekê jî em darên ciwan datînin li şûna darên kal. Cihên ku darên me yên gûzan lê ne berkendal in û ji ber vê sedemê bi talûke ne. Gelek kes li ser darên gûzan ketin û birîndar bûn, ji ber wê êdî em dernakevin li ser. Em li bendê disekinin ku gûz xwe bi xwe bikevin û em jî ji erdê berhev bikin. Gûzên ku em berhev dikin, em ji bo debara xwe difiroşin.”













