Riha- Welatiyê Kobanê û endamê Saziya Malbatên Şehîdan Arîf Bal ê ku şahidî ji berxwedana 2014an re kiriye, diyar kir ku Kobanê rûmeta mirovahiyê ye û banga xwedîderketina li nirxên vê berxwedanê kir û wiha got: “Ruhê 1ê Mijdarê mifteya Sûriyeyeke demokratîk e û li hemû Sûriyeyê belav dibe.”
Di dîroka têkoşîna azadiyê de hin roj hene ku bîranîna wan ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e. 1ê Mijdarê Roja Kobanî ya Cihanê jî yek ji wan rojan e ku bi berxwedaneke mezin hatiye afirandin.
Welatiyê Kobanî Arîf Bal ku di wan rojên giran de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan li qadê bû, li ser dîroka berxwedanê, pêvajoya wê demê û armancên siberojê ji ajansa welat me re vegot.
Şerê kolanan ê 6ê Mijdarê û banga Îmraliyê
Arîf Bal da zanîn ku sala 2014an ji bo wan hem saleke pir giran bû hem jî saleke tije berxwedan bû û anî ziman ku di wê demê de li derdorên Kobanê dem bi dem şer derdiket û diyar kir ku êrişa dagirkeriyê ya çeteyên DAIŞê bi piştgiriya hinek hêzên navneteweyî di 15ê Îlonê de ji Dibistana Serzorî ve dest pê kiriye û wiha got: “Biryara xeta berxwedanê ji Dibistana Serzorî ve di şexsê 12 şervanên YPG û YPJê de, bi fermandariy Şehîd Rodî Efrîn û Peyman Kobanî hate dayîn. Wan lehengan heta dawiyê têkoşîn kirin û dawî xwe teqandin. Ev yek bû sedem ku xeta berxwedanê li Kobanê ser bixe. Di navbera 4 û 6ê Mijdarê de şer ket nava kolanên Kobanê û gelek noqteyan şerê rûbirû qewimî. Li beramberî tarîtî û radikaliya neheqiyê, îradeya zarokên Kurdistanê derket pêş. Di vê navberê de ji Îmraliyê Rêber Apo bang da hemû gelê cîhanê û gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê û got ‘Kobanê rûmeta mirovahiyê ye; yê bixwaze xeta berxwedanê bi ser bikeve, yê bixwaze teror têk biçe, divê berê xwe bide Kobanê’. Bi vê bangê re gelê Bakurê Kurdistanê sînor rakirin û her kes derbasî Kobanê bû.”
Çalakiyên fedayî û tevlêbûna şoreşgerên enternasyonal

Arîf Bal destnîşan kir ku berxwedana Kobanî bû berxwedaneke cîhanî û çalakiyên fedayî yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Rêvan Rojava li Girê Miştenûrê dengvedaneke mezin li hemû cîhanê çêkirine û ev tişt anî ziman: “Bi pêşengiya şervanên YPJê û jinên şoreşger, têkbirina DAIŞê li Kobanê bû berpirsiyariyeke cîhanî. Gelek şoreşgerên enternasyonal ên mîna Paramaz Qizilbaş û Şehîd Gelhat ji Amerîkayê hatin û tev li berxwedana Kobanê bûn. Gelek ji wan li Kobanê û gundewarên wê gihiştîn asta şehadetê.”
Roja Kobanê ya Cîhanê
Di axaftina xwe de Arîf Bal diyar kir ku dengvedan hişt ku 1ê Mijdarê bibe “Roja Kobanî ya Cîhanê” û da zanîn ku ne tenê ji bo Kobanî, ji bo hemû cîhanê bû û wiha pê de çû: “Di 1ê Mijdarê de zêdetirîn 90 dewletî li dijî tarîtiyê ji bo xeta aştiyê, demokrasiyê,wekheviyê û azadiyê serî hildan û ev yek bû sedem ku Koalîsyona Navneteweyî jî mudaxeleyî bike. Sê mehan şerê kolanan dewam kir û ev berxwedan bû bingeha ku teror têk biçe. Piştî ku Rêveberiya Xweser xwe komî ser hev kir, bi piştevaniya alav û alîkariyên ji Bakurê Kurdistanê kolanên Kobanê hatin vekirin. Tevî ku saziyên navneteweyî û rêxistinên mirovahiyê soz dan û nehatin, bajar bi îradeya gel û Rêveberiya Xweser ji nû ve hate avakirin.”
Berxwedana hevpar a gelan

Arîf Bal anî ziman ku destkeftiyên berxwedana Kobanî bûn ên hemû Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû qadên Kurd û Ereban bûne yek û ev nirxandin kir: “Şehîd Rûstem ji Sirînê bû, Şehîd Ebûl Firat ji Reqayê bû, Şehîd Mihemed ji Dêrazorê bû. Her kesê ku xwedî nirxên şoreşgerî bû li vir cih girt. Di êrişên 2018an de li Efrînê, di 2019an de li Girê Spî û di berxwedana Bendava Tişrînê ya 2024-2025an de jî ev ruhê berxwedana Kobanê derket pêş.”
Sûriyeke demokratîk
Arîf Bal bal kişand ser pêvajoya dawî û pêvajoya entegrasyona demokrasiyê li Sûriyeyê û wiha axivî: “Sîstema ku li vir hatiye avakirin ji bo her kesî bû nimûne. Niyeta Rêveberiya Xweser tune bû ku ji Sûriyeyê veqete, pêşeroja me bi Sûriyeyeke demokratîk re ye. Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan hemû gel bi hev re dijîn. Ruhê 1ê Mijdarê îro ji bo hemû Sûriyeyê derdikeve pêş.”
Banga navê Kobanê
Her wiha Arîf Bal diyar kir ku pêvajoya entegrasyona demokratîk dimeşe, mixabin hîn di destûra Sûriyeyê de cih negirtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aliyek hîn di nava saziyên dewletê de navê Kobanê wekî ‘Eynil-Ereb’ tê bikaranîn. Ev Kobaniya ku cîhan ji bo wê rabû ser piyan, divê bi navê xwe yê resen ‘Kobanê’ were naskirin. Tu nêrîneke me ya nijadperestî tune ye, lê navê wê Kobanê ye. Em bang li cîhanê dikin ku çawa di 2014an de li Kobanê xwedî derketin, îro jî li hemberî êrîşên li ser Efrîn, Girê Spî û gelê me careke din xwedî li nirxên 1ê Mijdarê derkevin û li qada navneteweyî bibin zext.”












