• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

    Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

    Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Otomatik taslak

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn

    Otomatik taslak

    Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

    Otomatik taslak

    Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

    Suheyla Kaya (Zîlan) li Esenyûrtê bi girseyî hat bîranîn

    Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Otomatik taslak

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn

    Otomatik taslak

    Standa kursên ZIMAN-DERê: 200 kes serlêdan kir

    Otomatik taslak

    Konferansa xwendekarên komunalîst dest pê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

Semsûr / AW

24 COTMEH 2026 - 16:29
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê di bernameya mewlîdê ya ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivî û wiha got: “Bi saya bi hezaran lehengên ku em navên wan nizanin, em îro siyasetê û pêvajoya muzakereyê dimeşînin. Ev rê dê bi aştiya ku zarokên me hesret bûn, bi xwedîstatûbûna Birêz Ocalan re bi encam bibe.”

Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Semsûrê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Can a Semsûrê bernmaya mewlîdê li dar xist. Di bernameyê de pankartên “Şehîd Rûmeta Me ne” û “Şehîd Namirin” hatin vekirin. Her wiha wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane jî li cihê bernameyê hatin danîn û bênavber dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, rêxistinên bajêr û saziyên sivîl ên demokratîk û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

Bername ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

‘Bi saya bi hezaran lehengan em vê pêvajoyê dimeşînin’

Piştî rêzgirtinê û xwendina diayan, Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku derbarê wate û girîngiya rojê de axivî, bal kişand ser rola lehengan û wiha got: “Îro em li vir in, em îro siyasetê dimeşînin û pêvajoya muzakereyê bi rê ve dibin. Bi saya bi hezaran lehengên ku em navên wan nizanin, em giştî bi vê zanebûnê û berpirsiyarî digirin ser milê xwe. We ji bo hebûna gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê rêhevaltiyê bi Birêz Ocalan re mezin kirin. Meseleya Kurd bi her awayî ket rojeva herkesî. Bi saya zarokên we û bi îradeya Birêz Ocalan komîsyonek hat avakirin. Li Meclisê qanûna bingehîn ku gava yekemîn a ji nû ve bi hev re bûnê ye, bi rêjeyeke bilind hat qebûlkirin. Em tam di wê noqteyê de ne ku ji înkarê ber bi azadiyê ve diçe.”

‘Pêwîst e Ocalan bi statûyekê bê pênasekirin’

Çigdem Kiliçgûn Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Carinan meseleya baweriyê derdikeve holê, Birêz Ocalan ev denklem ji holê rakir. Em ji bo vê serdemê avakar in; lê gelo desthilatiya AKPê û dewlet amade ne ku bi Kurdên wekhev û azad re bijîn? Bedel û windahiyên herî giran gelê Kurd da. Em îro xatir ji zarokên xwe naxwazin, em dixwazin xatir ji wê aqilê ku me înkar dike û aqilê dewletê bixwazin. Komîsyonek hat avakirin û jêrkomîsyon jî hatin sazkirin. Pêdivî ye ku Rêveberiya Tevgerê bi statûyekê bê pênasekirin. Pêvajoya ku Birêz Ocalan jê re gotî aştî û siyasetbûn divê dest pê bike, deriyên zindanan bên vekirin û rêya vegera bi hezaran kesên li sirgûnê bê vekirin. Gelo bedela ku mirovek bi ziman û nasnameya xwe bijî dikare 30 sal be? ‘Kurd ji kart-kurtê hatine’ hat destgirtin û rûpela ‘Kurd hene’ hat vekirin. Kurdan pergalek ava kir ku dewleta wan înkar dike neçar dihêle. Nîvê rê çûye, ev rê dê bi aştiya ku zarokên me xeyal dikir û bi xwedîstatûbûna Birêz Ocalan re bi encam bibe.”

Piştî axaftina Çîdem Kiliçgûn Uçar, bername bi xwendina dia û belavkirina xwarinê bi dawî bû.

Etîket: ji bo şehîdan mewlûdşehîdên Tevgera AzadiyêSemsûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026
Li Enqereyê bîranîna şehîdan bi dawî bû

Li Enqereyê bîranîna şehîdan bi dawî bû

9 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

Bîranîna şehîdan a li Semsûrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Ev ne şîn bû, peyama serkeftinê bû

Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê li Semsûrê bên bibîranîn

7 ÎLON 2026
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

Şehîdên têkoşîna azadiyê li Stenbolê hatin bibîranîn

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne