Bedlis – Xelef Çoban, Ehmed Çoban û Mehmet Raîf Çoban ku mam û birazî bûn, ji hev bandor dibin û tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin. Her sê rêheval jî dibin stêrk li ezmanê welatê xwe.
Piştî salên dûr û dirêj ên înkar û bişaftinê yên li ser gelê Kurd, komek ciwanan bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêngava têkoşîna azadiyê dan destpêkirin. Piştî belavbûna tevgerê, keç û xortên Kurd berê xwe dan çiyayan û ji bo azadî, aştî û wekheviyê têkoşîn meşandin. Xelef Çoban (Birûsk Xerzan), Ehmed Çoban (Ferhat Tetwan) û Mehmet Raîf Çoban (Ferhat Xerzan) ku mam û biraziyên hev in, berê xwe didin têkoşînê. Ewilî mam Xelef Çoban di sala 1992an de tevli tevgera têkoşînê dibe. Piştî şehadeta wî, biraziyê wî Ehmed Çoban ji mamê xwe bandor dibe û ew jî tevli têkoşînê dibe. Piştî salek û nîv bi ser tevlibûna Ehmed Çoban re derbas dibe, birayê wî Mehmet Raif Çoban jî berê xwe dide refên azadiyê. Mam û her du birazî di dem û cîhên cuda de jiyana xwe ji dest didin.
Azîze Çoban ji Ajansa Welat re qala têkoşîna lawên xwe Ehmed û Mehmet Raîf û tiyê xwe Xelef Çoban, kir.

Du gurcikên xwe da doza welat
Azîze Çoban da zanîn ku ew dayik û jinbira sê şehîdan e û diyar kir ku ew heta dawiyê li dû rêka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan e. Azîze Çoban behsa çîroka şehîdên xwe kir û da zanîn ku lawê wê Ehmed gava çûye 18 salî bûye û wiha axivî: “Ehmed mirovekî gelekî pîroz bû. Hêj neçibû jî ji bo heval û hogirên xwe gelekî diket nava hewldanan û canê xwe dida. Ehmed nexweş ket. Min jê re got; Ehmed, tu nikarî herî, dadê qurbana te bibe. Wî got ez ê biçim dayê. Mamekî wî şehîd ketibû, heval Brûsk. Hêj hefteyek di ser şehadeta wî re derbas nebûbû, Ehmed çû nava tevgerê, çû û winda bû.”
Azîze Çoban diyar kir ku Ehmed pirtûk dianîn malê û dixwend û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji min re digot, dayê, wellehî tu jî vê pirtûkê bixwîne. Ez bawer im tu yê jî biçî, ew qas xweş e. Dema ku çû, xatir ji min xwest û çû. Ez bezîm ber pencereyê. Ehmed di ber pencereyê re derbas dibû. Ehmed sê caran destê xwe maç kir û ji me re hejand. Ehmed mirovekî welê bû. Ji malbatê bigre heta cîranan, heta heval û hogirên xwe dilê ti mirovî ji xwe nehêlabû. Wî ev rêya pîroz girt, da ber xwe û çû.”
‘Wextê ku ew hişmendî kete dilê wî, bû mirovekî din’
Azîze Çoban behsa zarokatiya kurê xwe yê din Mehmed Raîf jî kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Mehmed Raîf di zarokatiya xwe de gelek hişk bû û zarokek netebitî bû. Bela xwe li her kesî dida û gelek bi liv û tevger bû. Berî ku tev li gerîla bibe, di wî de guhertin çêbûn. Wextê ku ev hişmendî kete dilê wî, ew zarok êdî bû mirovekî din ji bo her kesî gelekî baş bû.”
Azîze Çoban bal kişand ser zehmetiyên malbatê û pêvajoya çûyîna Mehmed Raîf û wiha axivî: “Gava em koçber bûn û çûn Stenbolê, tiştekî me tune bû, em di xaniyekî kirê de bûn. Ez dilxweş bûm, min digot qey Mehmed Raîf dê karekî baş bike û em pê dewlemend bibin. Lê daxwaza wî ya din hebû. Wî jî xatirekî pîroz xwest û ew jî çû. Nêzîkî salek û nîv di navbera her du birayan de hebû. Goristan û mezela Mehmed Raîf li Herekolê ye, mezela Ehmed jî li Feraşînê ye. Em çûn ser mezelên wan, me temaşe kir, lê mixabin mezela wan ji aliyê dijmin ve niha hatiye xerakirin.”
‘Hevalê Xelef di dilê min de zehf şêrîn e’
Azîze Çoban a tiyê xwe Xelef Çoban mezin kirî, wiha behsa wî jî kir: “Ew di salên 1992an de tevli tevgerê bû. Xwesiya min û xezûrê min temenê wan mezin bûn. Ji ber ku min ew mezin kiribû mîna ewladê min bû. Got dayê wallahî rêya me heye, di dawiyê de ez ê biçim. Rojekê hat û got ez ê biçim Tetwanê. Rêket û çû Tetwanê. Du pirtûkên wî hebûn, ew pirtûk xistin bin çengên xwe. Em li wê derê rawestiyan. Dema çû, sê caran destê xwe maç kir û ji me ra hejand, xesiya min û dişa min hemû li wir bûn. Hevalê Xelef jî wisa çû.”
Azîze Çoban xemgîni û hêstên xwe yên ji bo Xelef û şehadeta wî wiha anî ziman: “Hevalê Xelef di zarokatiya xwe de jî mirovekî pir baş bû, me pir ji wî hez dikir. Payîzê li gundekî nêzî gundê me şehîd ket. Hevalê Xelef mirovekî welê bû ku êşa wî ti carî ji dilê me dernakeve. Zehf zana bû. Devletê şehitlik xirakirin û hestiyên wî birin, me serî lê da, me testa DNAyê jî da lê mixabin tu encam derneket. Şewata wî gelekî mezin e. Her çend min ew neanîbe dinyayê jî, min ew bi ked mezin kir. Ew jî ewladê min e û di dilê min de zehf şêrîn e.”
‘Ez ji ber Serokatî û şehîdên Kurdistanê serbilind im’
Azîze Çoban di dawiya axaftina xwe de serbilindî û girêdana xwe ya bi têkoşînê re anî ziman û wiha got: “Ez serbilind û serfiraz im. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Ked û emeka ku Serokatî daye, ew ronahî da dayîka. Ez Serokatî di dilê xwe de mîna evîndar û hezkiriyekî gelekî ezîz û şêrîn dibinim. Heta ku ev xwîn di nava laşê me de hebe, em ê xwedî li Serokê xwe, li şehîdên xwe û li gelê xwe derkevin. Em ê inşallah di pêşerojê de jî serfiraz û serbilindin bin jî.”













