• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Li paytexta Tirkiyeyê hesret û evîna aştiyê di dilê wê de nîvco ma!

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    ‘Heta em bikaribin em ê li pey doza xwe û şehîdên xwe bin’

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    Serlêdanên kursên MED-DERê dê di 15ê Cotmehê de bi dawî bibe

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 11ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

11 COTMEH 2026 - 10:31
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Serhat Orak (Bager Tetwan) li dijî zilm û zordariya li ser Gelê Kurd di sala 2015an de tev li refên Tevgera Azadiyê dibe û di 11ê Cotmeha 2016an de jiyana xwe ji dest dide. Raîfe Orak di salvegera şehadeta lawê de derbarê sekn û kesayeta kurê xwe de axivî û wiha got: “Bêtirs bû û ji bo hevalên xwe dilovan bû. Zilm û zordarî qebûl nedikir.”

Gelê Kurd di têkoşîna hebûn û azadiyê de bedelên giran da, li dijî qirkirin û tunehesibandinê berxwedaneke dîrokî da meşandin. Yek ji lehehgên di nava vê têkoşîna bêhempa de cih girtiye û heya dawiyê li ber xwe daye Serhat Orak (Bager Tetwan) e. Serhat Orak di temenekî biçûk de Tevgera Azadiyê nas dike, bi zehmetiyan mezin bû û di nava xebatan de cih girt. Li dijî zext û zordariyan, rêya berxwedanê hildibijêre, di çeperên herî pêş de heya dawiyê têdikoşe.

‘Ji bo hevalên xwe dilovan bû’

Serhat di zarokatiya xwe de pir jêhatî û li dijî rewşên zehmet bêtirs bûye. Xwedî sekneke ku neheqî û zordariyê qebûl nake bûye. Ev sekin bi demê re di dil û hişê Serhat de hêrsekê jî li dijî zilimkar û zordaran ava dike. Serhat di hêla însanî de dilovan ji bo hevalên xwe nêzîkatiyeke fedekar esas girtiye. Dayika Serhat Orak Raîfe Orak behsa taybetmeniyên kurê xwe kir û ev yek got: “Mirovekî pir baş bû û pir girîngî dida hevalên xwe. Hêrsa wî hebû lê ji bo hevalên xwe dilovan bû.”

Hem dayik e hem jî heval e

Raîfe Orak her geşedan û zanebûna xwe bi kurê xwe Serhat re parve dike, mîna mezinekî digihîne, di gelek mijaran de wekî hevalekî xwe pê re sohbet dike, di gihandina kurê xwe de kedeke mezin dide. Ev yek li ser têgihiştina Serhat bandoreke mezin dike û Serhat li gorî temenê xwe hêj mezintir difikire û tevdigere. Hestên welatparêziyê di kesayeta Serhat de cihekî mezin digirin. Heya 27 saliya xwe Serhat di nava malê de dimîne, tev li xebatan dibe û di 27 saliya xwe de tev li refên Tevgera Azadiyê dibe.

‘Ez ê vê zilmê qebûl nekim’

Serhat Orak berî tev li refên Tevgera Azadiyê bibe bi dayika xwe re jî derbarê tevlibûna xwe de nîqaşan dike, daxwaza xwe jê re parve dike. Her çiqas dayik ji Serhat re beje ku “Min tu bi zehmetiyên mezin anî vî temenî” jî Serhat li hember van gotinan ji dayika xwe re wiha dibêje: “5 zarokên te hene. Bila yek ji wan re be. Ez ji wan im. 4 zarokên te bila ji te re bimînin.” Dema rondik ji çavên dayikê dibarin jî Serhat van gotinan ji dayikê re dibêje: “Dayê, tu bigrî an negrî, ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim.”

‘Min hîs kir ku tiştek bi kurê min hatibû’

Serhat Orak di sala 2015an de tev li Tevgera Azadiyê dibe û di sala 11ê Cotmeha 2016an de jiyana xwe ji dest dide. Dayik Raîfe Orak, wekî her dayik û malbatên gerîlayên Tevgera Azadiyê geşedanên li qadên şer ji nêz ve dişopand. Ji ber ku di sala 2016an de Dewleta Tirk li dijî Tevgera Azadiyê, li dijî gelê Kurd plana ‘çok danînê’ xistibû meriyetê û dixwest gelê Kurd ji binî ve qir bike. Dilê dayika Raîfe Orak jî wek dilê bi hezaran dayikan bi tirs û xof bû, her tim guhê wê li ser agahiyên ji qadên şer bû. Dayik Raîfe Orak ji televîzyonê agahiya ku 5 gerîla li gundê Oranisê şehîd ketine dibihîse. Dayika Raîfe wan rojan wiha vedibêje: “Agahîya me jî bi vî rengî çêbû. Me dizanî ku Serhat li van deran e. Me li televizyonê dinêrî û nûçe derket pêşberî me. Digot li Oranîsê 5 gerîla şehîd ketine. Min jî got, ‘Niha dayika wan çiqas xemgîn bûye, diya we û bavê we, li ser serê we nîn in. Hemû jî ewladên me ne’. Ferqa wan jî nîn e. Pişt re di dilê min de xofek çêbû. Min digot 5 gerîla şehîd ketine, nebe ku Serhat jî di nava wan de be. Malbatê jî pirsa wî kir û ji me re digotin şehîd neketiye. Tenê ji bo ku ez meraq nekim û xemgîn nebim ji min re wisa digotin.”

Dayika Raîfe 8 roj piştî ku kurê wê Serhat û 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest didin xebera şehadeta wan dibihîse. Êvarekê ji malbatê û dayikê re agahî tê şandin û tê gotin ku cenazeye Serhat anîne Wanê. Êvarê xizm û malbat dicivin, ji bo cenaze bigirin berê xwe didin Wanê. Dayika Raîfe derbarê wan rojan de ev yek anî ziman: “Me Cenaze girt, şûşt, bir Kotomê û me li wê derê şîna wî danî, bi xêr û xweşî derbas bû.”

‘Heke ew gavekê bavêjin, em ê du gavan bavêjin’

Raîfe Orak tevî êşa giran a di dilê wê de kon vedaye, banga rewestandina şer kir, xwest zext û zordariya li ser gele Kurd were rewestandin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Em bang li hemû diyakên gerîla û dayikên leşkeran dikin. Em êdî naxwazin ku dayik dilşewat bin. Heke ew ji bo aştiyê gavêkê bavêjin, em ê du gavan bavêjin. Em êdî naxwazin ku zarokên me şehîd bikevin û em dixwazin ku deriyên girtîgehan vebin. Tevahî gelê me bêsebep di girtîgehan de tên ragirtin. Li ser Gelê Kurd zilmeke mezin heye. Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Me jî bedelên mezin dan. Em êdî nikarin vê êşa mezin hilgirin.”

Etîket: cangorîcangoriyên têkoşîna azadiyêCangoriyên Tevgera Azadiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

10 COTMEH 2026
Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

4 COTMEH 2026
Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

Li pey azadiyê du bira: Têkoşîn û bîranîna wan di dilê xwe de parastiye

1 COTMEH 2026
Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

Dide pey rêç û şopa meta xwe û dibe ‘Şerzanê’ welatê xwe

22 ÎLON 2026
Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê tên bibîranîn

10 ÎLON 2026
Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

Ji Êlihê heta Qersê bernameyên bîranînê didomin

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Xelatên Gurbetellî Ersoz bi merasîmeke girseyî hat dayîn 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne