Bedlîs – Rojîn Akin a ku li gel dayika xwe bêrîvantî dikir, li dijî zilma li ser gelê Kurd berê xwe da çiyayên azad. Wê bêrîvantî li dû xwe hişt û bû endama Tevgera Azadiya Kurdistanê.
Keç û xortên gelê Kurd di têkoşîna hebûn û azadiyê de bi sekna xwe ya biryardar gelek çîrokên lehengiyê nivîsandin. Ev çîrok yek bi yek li benda vekolîn û nivîsînê ye. Yek ji van lehengan Rojîn Akin (Sorxîn Mazlûm) e ku di 6ê Tebaxa 2019an de jiyana xwe ji dest dide.
Dayika wê Ferînaz Akin behsa zarokatiya keça xwe Rojînê kir û xwest goreke keça wê hebe.
Ferînaz Akin bal kişand ser cîroka keça xwe û got: “Rojîn zarokekî pir kêyf xweş bû û di çavê hevalên xwe de jî wisa bû. Serkeftî bû, hevaltiya wê pir xweş bû. Dikarî li gel her mirovekî bijî. Em weke malbat welatparêz bûn, lê disa ji min tu carî bawer nedikir ku dê dest ji me berde û biçe. Li Tetwanê mektep dixwend, birayê wê girtigehê de bû, xwîşka wê ji zanîgeh dixwend. Bavê Rojînê hin sewal kirîn û em çûn gund. Keyfa wê xweş bû, em li wir bi hev re diçûn bêriyê.”
Neçû bêriyê tev li tevgerê bû
Ferînaz Akin behsa tevlibûna Rojînê ya di nava Tevgera Azadiya de kir û da zanîn ku wê rojê Rojîn nexweş bûye, lewma neçûye bêriyê jî. Ferînaz Akin wiha berdewam kir: “Ez ji rabûm û çûme bêriyê. Min dît Rojîn jî hat, hinek gel me rûnişt û got dayê ez nexweşim, ez biçim malê. Mal nêzîk bû, min ji got ‘Başe keça min tu here heta ez ji têm’. Me karê xwe xelas kir, seat 6-7 bû, havîn e dûnya hêj ronahî bû. Heta ez gihiştim malê, dinya tarî bû. Lê min dît ku ceyrana malê girtî ye, ez jî çûm cem hevalên Rojînê. Min pirsa Rojînê kir, gotin ‘nehatiye vir’. Min wî çaxî zanî ku Rojîn çûye.”
‘Zarokekî serkeftî bû’
Ferînaz Akin destnîşan kir ku Rojînê tu carî behsa çûnê nekiriye û pir ji xwendinê hez dikir. Ferînaz Akin anî ziman ku zarokekî serkeftî bû û wiha pê de çû: “Ji her kesî şîreta xwendinê dikir. Bira û xwîşka wê jî dixwendin. Heyva tebaxê ji min re zîndan e. 3yê tebaxê rojbûna wê ye, 6 ê tebaxê ji roja şehadeta wê. Di heman demê de Rojîn 29 tebaxê derkete serê çiya. Di sala 2016an de çû, 3 sal û nîvan ma nav hevalan û di 2019 de jî şehîd ket. Rojîn hêj zarok bû, lê zilm û heqareta ser gelê Kurd dîtî bû.”
‘Min pir bêriya Rojîna xwe kiriye’
Ferînaz Akin bal kişand ser pêvajoyê û got ku hêviya wê ew e ku ev pêvajo ser bikeve û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Ferînaz Akin xwest ku êdî dilê tu dayikan neşewite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim gelê Kurd bibe yek û bila bizanin ku ev şewat zehmet e. Ez dayîka 4 zarokan bûm, cezayê kurê min heye û Rojîn jî şehid bû. Ez dora xwe dinêrim her tiştê min heye lê zarokên min tune ne. Bila Kurd bibin yek, edî bes e. Bi xêra van zarokan em heta vê astê hatin. Înşelah wê aştî çê be, wê gorên zarokên me çêbin ku em bikaribin biçin ser gorên zarokên xwe. Gora Rojîna min tune ye, bila goristana van hebe, bila em jî biçin bi zaroken xwera biaxivin. Min pir bêriya Rojîna xwe kiriye.”


















