Li navçeya Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bernameya mewlûdê hatin bibîranîn.
Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li eywanek taybet a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê mewlûd hate dayîn û cangorî hatin bibîranîn. Li gel endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî û malbatên şehîdan gelek welatî tev li bîranînê bûn.
Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên, “Şehîdên me me rûmeta me ne” û “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” li eywanê hatin daliqandin û diruşmên, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û di bîranînê de sîrûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEBYA-DERa Şirnexê Ramazan Togurlu axivî û got ku layîqbûna şehîdan gelekî zor e lê wan soz daye cangoriyan ku ew ê şopdarên rêya wan bin.
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Taybet Bîlgîn jî destnîşan kir ku şehîdan bi keda xwe ji tûnebûnê hebûn ava kirine û wiha got: “Em ê her tim xwedî li mîrata wan ji me re hiştî derkevin. Xeyalên wan ê pêk werin û em ê ji bo tekoşîn bidin.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û wiha axivî: “Ee rûmeta me ne û xeyalên wan armanca tekoşîna me ye. Êdî em naxwazin tu kes were kuştin û ev yek jî dê bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêkan be.”
Piştî axaftinan bernameya bîranînê bi xwendina mewlûdê û dayîna xwarinê bi dawî bû.














