Endama Lijneya Rêveberiyê ya Branşên Jinan a Amedsporê Zozan Erek ku bi sporên eywanan re eleqeder dibe, bal kişand ser tîmên jinan ên Amedsporê û got ew dixwazin xwe bêtir bigihînin jinên ciwan.
Di demên dawî de Amedspor ketiye rojeva gelê Kurd. Her çiqas Amedsporê bi tîma xwe ya fûtbolê derkeve pêş û were nasîn jî di gelek beşên sporê de xebatên xwe dike. Bi taybetî jî tîmên jinan hem a futbol û hem jî ya voleybolê balê dikişîne ser xwe. Her wiha di demên dawî de ji bo xurtkirina tîma voleybolê ya jinan bi tevlibûna zêdetirî 500 jinan hilbijartinek hat kirin. Endama Lijneya Rêveberiyê ya Branşên Jinan a Amedsporê Zozan Erek derbarê xebatên Amedsporê yên tîmên jinan de axivî.
‘500 jinan ji bo voleybolê serlêdan kir’
Zozan Erek da zanîn ku di qada werzîşa jinan de xebata wan a herî girîng tîma voleybolê ye û wiha got: “Di qada werzişa jinan de xebata me ya herî girîng avakirina vê tîma voleybolê ya jinan bû. Ji bo avakirina tîmê, 5 roj berê me bijartin çêkirin û 500 hevalên me yên werzişvanên jin serlêdan kirin. Di nav van jinan de me 60 kes hilbijartin. Em dixwazin bi van kesên hatine hilbijartin, bi giştî 3 tîman ava bikin. Ev ji bo Amedê tiştekî pir girîng bû.”
‘Em dixwazin tîma voleybolê jî di lîga profesyonel de bilîze’
Zozan Erek diyar kir ku ji gelek bajaran jin serlêdana tevlibûna tîmên wan dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me ev tîma voleybolê li vir ava kir, lê em dixwazin ku ev bibe mînakek ji bo herêma me û em dixwazin di nav bajarên herêma xwe de berfireh bikin. Ji ber ku dema me ev tîm ava kir, ji Nisêbînê, ji Riha û Şirnexê her wiha jig elek bajran jî serlêdan hebûn. Em naxwazin tenê bi Amedê re sînordar bimînin, em dixwazin mezin bibin. Di vê mijarê de pêdiviya me bi piştgiriya hevalên me yên jin heye. Wekî tîma me ya futbolê, em dixwazin tîma voleybolê jî di lîga profesyonel de jî têkoşînê bidin.”
‘Em dixwazin di beşên cudatir de jî tîman ava bikin’
Zozan Erek destnîşan kir ku ew naxwazin tenê bi tîmên futbol û voleybolê re sînordar bimînin û wiha pê de çû: “Niha di futbolê de tîmeke me ya futbolê ya jinan heye. Bi xebata xwe ya dawî me tîma xwe ya voleybolê ya jinan jî ava kir. Armanca me di beşên werzişe yên wekî basketbol û hentbolê de jî tîmên xwe yên jinan ava bikin. Em dixwazin ku hevalên me yên werzişvanên jin werin tev li me bibin, di nav Amedsporê de cih bigirin û hêz bidin me.”
‘Kêmasiya me ya tesîsê heye’
Zozan Erek diyar kir ku tesîsek taybet a ji bo jinan tine ye û got: “Kêmasiya me ya herî mezin pirsgirêka tesîsê ye. Ji bo ku tev li me bibin gelek serlêdan tên, lê ji ber kêmasiyên me yên di derbarê tesîsê de, em nikarin hemûyan tev li xwe bikin. Tesîsa me gelekî kêm e û carinan em di saetên antrenmanê de pirsgirêkan dijîn. Em ji şaredariyan dixwazin ku di vê mijarê de çareseriyekê bînin holê. Heke em budçeya xwe bînin asteke têrker, em dixwazin kinc û amûrên werzişê yên zarokên xwe peyda bikin. Di anîn û birina lîstikvanan de jî pirsgirêk hene, em dixwazin piştî antrenmanê bi şêwazekî ewle bigihêjin malên xwe. Amedspor gelek tişt çareser kirin, lê di mijara tesîs û servîsê de hîn jî kêmasiyên me hene.”













