Li Bajarokê Gelîk a bi ser navçeya Kîlîmliya Zongûldakê ve di kana komirê de teqîn çêbû û 3 karker jiyana xwe ji dest dan.
Li Bajarokê Gelîk a bi ser navçeya Kîlîmliyê ya Zongûldakê ve li kanek komirê ya şirketa taybet teqînekî çêbû. Piştî ku bûyer hate ragihandin tîmên agirkujiyê, AFAD û cenderme çûn cihê bûyerê.
Hate diyarkirin ku 3 karker di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane. 7 karker jî li kana komirê ji aliyê tîmên AFAD û agirkujiyê ve hatin rizgarkirin. Hate zanîn ku karkerek jî di kanê de asê maye lê ew jî paşê hatiye rizgarkirin.
8 karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyan û tên dermankirin. Hate zanîn ku rewşa 2 karkeran xedar e.








