• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Riha / AW

23 COTMEH 2026 - 14:04
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxa OHDê ya Rihayê û TUHAY-DERa Rihayê rapora binpêkirinên mafan a girtîgehan eşkere kirin û di raporê de hat diyarkirin ku li 4 girtîgehan rewşa 15 girtiyan giran e û wiha hat gotin: “Divê Celal Yildirim û hemû girtiyên nexweş ên giran demildest bêne berdan, dawî li sepana şewîtandina înfazan bê anîn.”

Şaxê OHDê ya Rihayê û TUHAY-DERa Rihayê li ber Dadgeha Rihayê bi daxuyaniyekî rapora xwe ya li ser girtîgehan eşkere kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên demokratîk ê civakî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyani ji aliyê Hevseroka TUHAY-DERa Rihayê Ayla Ozdemîr Varli ve hat xwendin.

15 girtiyên nexweşiyên giran hene

Ayla Ozdemîr Varli destnîşan kir ku tevî berdewamiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li girtîgehan binpêkirina mafan, astengkirina mafê dermanbûnê û biryarên dirêjkirina înfazan dewam dikin û bal kişand ser rewşa Girtîgeha Rihayê ya Jimar 2, Sêwereg Jimar 2, Tokat Tîpa T û Osmaniye Jimar 2yan û got ku li gor tespîtan, ji 25 girtiyên nexweş rewşa 15 girtiyan di asta nexweşiya giran de ne.

Ayla Ozdemîr Varli rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê li Girtîgeha Rihayê tê ragirtin bi bîr xist û diyar kir ku Celal Yildirim di 2yê Cotmehê de krîza dil derbas kiriye, piştî anjiyoyê stent li damara wî hatiye xistin û paşê dîsa krîza dil derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevî vê rewşa ku xetereya jiyanê dihewîne jî, daxwaza wî ya paşxistina înfazê ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatiye redkirin. Her wiha rewşa girtiyên nexweş Abdulkadîr Kaya, Serhat Polatsoy, Omer Gul, Ahmet Tunelî, Omer Koyun, Cemal Ozguç, Hasan Demîrtaş, Mehmet Tîryakî, Omer Yaman, Suat Oguz, Şukru Abdo, Emîn Çetîntaş, Mehmet Îsa Aydogan û Şerîf Dogan jî giran e û hewcedariya wan bi şopandina tenduristiyê ya berdewam heye.”

Biryarên dirêjkirina înfazan

Ayla Ozdemîr Varli di dewama daxuyaniyê de bal kişandin ser biryarên Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên derbarê înfazên girtiyan de û wiha got: Li Girtîgeha Rihayê înfaza Zeynel Karakaş 3 meh û ya Maksut Durmuş 6 meh hat paşxistin. Li Sêweregê înfaza Ahmet Tunelî bo cara 4an hat dirêjkirin, înfaza Orhan Taze hat paşxistin û ya Halîl Îbrahîm Arslan jî salekê hat dirêjkirin. Li Tokatê înfaza Cuneyt Aslan 3 meh û li Osmaniyeyê jî ya Emîn Çetîntaş bo cara duyemîn nêzîkî salekê hat dirêjkirin.”

Banga lezgîn ji bo Wezareta Dadê

Her wiha Ayla Ozdemîr Varli di dawiya axaftina xwe de bang li Wezareta Dadê û saziyên peywendîdar kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê girtiyên nexweş, tehliyekirina lezgîn a Celal Yildirim û hemû girtiyên giran û dawîanîna li sepana dirêjkirina înfazan gavên hiqûqî bêne avêtin.

Etîket: Ayla Ozdemîrgirtiyên nexweşşewitandina înfazan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

Girtiyê nexweş Celal Yildirim rakirin nexweşxaneyê: Rewşa wî krîtîk e

3 COTMEH 2026
Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

Hamdullah Aydemîr tevî ku ji sedî 92 astengdar e jî nayê berdan

3 COTMEH 2026
Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

Xwestin girtiyên nexweş Mehmet Elçe û Îzzethan Aykut demildest werin berdan

19 ÎLON 2026
Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

Girtiyê nexweş Mehmet Elçe tevî rapora astengdariyê jî nayê berdan

12 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

Li Îzmîr û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş werin berdan HATE NÛKIRIN

5 ÎLON 2026
ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

ÎHDa Îzmîrê: Divê Hayrettîn Adak demildest bê dermankirin

8 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne