Înisiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya vî hefte de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr û diyar kir ku tevî Hamdullah Aydemîr ji sedî 92 astengdar e û ji ber nexweşiya pênçerê tedawiya kemoterapiyê dibînê jî nayê berdan û xwestin demildest Hamdullah Aydemîr bê berdan.
Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 630an a çalakiya xwe de li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankayayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên înisiyatîfê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate rakirin. Beriya daxuyaniyê girsê dirûşmeyên “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Tecrîd îşkenceyê bila bi dawî bibe” berz kir. Di daxuyaniya vî hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Hamdullah Aydemîr ku sedî ji 92 astengdar e û di Girtîgeha Tîpa T a Girtî ya Erdîşê de tê ragirtin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Enqereyê Bariş Barişik ve hat xwendin.

Bariş Barişik bi lêv kir ku beriya sala 2015an bikeve girtîgehê tu nexweşiyên Hamdullah Aydemîr tunebûye lê piştî ketiye girtîgehê nexweşî lê peyda bûnê û wiha qal kir: “Di sala 2019an de pirsgirêka wî ya îdrarê derketiyê lê ji ber ku tedawiya wî di wextê de nehatiyê kirin pênçeşêra mesenê derbasî merhaleyeke din bûye. Di sala 2023yan de ji bo tomurê ameliyat derbas kirine lê tomur nehatiyê paqîjkirin. Ji ber nexweşiyên giran înfaza wî hatiyê taloqkirin û li derve tedawî hatiye kirin. Lê tevî tedawiya kemoterapi berdewam dikir jî di 9ê Hazîranê 2026an de careke din hatiye girtin. Şert û mercên girtîgehê ji bo hijyena kemoterapiyê xetere ye. Divê înfaza Hamdullah Aydemîr demildest bê taloqkirin û bê berdan. Divê tedawiya wî li derve bi rêk û pêk bê kirin.”














