Enqere – Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt, Sultan Bozkurt ku ji bo berdana girtiyên nexweş li Enqereyê di nav çalakiya rûniştinê de cih digire diyar kir ku li gel rewşa keça wê girane jî bijîşk gotiye dermankirina wê ya li nexweşxaneyê ne mecburî ye û got: “Dema girtiyek nexweş nikaribe bi serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike, çawa ne mecbûrî ye ku li nexweşxaneyê bimîne? Gelo eger ku zarokên wan bûna dê çi bikirina?”
Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe. Herî dawî girtiya Nexweş Newroz Bozkurt ku li Girtîgeha Sîncanê ragirtiyê û bi nexweşiya Losemiya Kronîkê ketiye û 28 sal in di girtîgehê de ye. Li gorî agahiyên ku malbat û parêzer didin rewşa her ku diçe giran dibe û ji roja Şemiya bihûrî ve li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê tê dermankirin. Her wiha girtiya nexweş Evîn Zapsû jî ku li Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê bi nexweşiya penceşêrê ketiye, rakiribûn nexweşxaneyê. Tevî ku nexweşiya wê jî didome, ji nexweşxaneyê careke din sewqî girtîgehê hate kirin. Piştî rewşa girtiyên nexweş giran bû ji aliyê malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û DEM Partiyê ve ji bo berdana girtiyên nexweş û pêkanîna dermankirina wan çalakiya rûniştinê ya bêdem hat destpêkirin û çalakî 4 roj in li ber Wezareta Dadê didome.
Dayika girtiya nexweş Newroz Bozkurt, Sultan Bokurt ku ji Stenbolê hate û tev li çalakiyê bû 4 roj in di çalakiya nobetê de ye û daxwaza edaletê dike. Her wiha xwîşka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî, Cemîle Çîftçî jî ku ji Stenbolê hatiye û tev li çalakiyê bûye ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.
Ji roja Duşemê ve keça xwe nedîtiye
Sultan Bokurt bi lêv kir ku ew ji bo keça xwe Newroz Bozkurt û hemû girtiyên nexweş ji roja Duşemê ve li Enqereyê çalakî li dar dixin û wiha axivî: “Ji roja Duşemê ve min keça xwe nedîtiyê. Tenê roja yekemîn min wê dît. Wê nedixwast ez wê di wî halî de bibînim. Ji bo min pir zehmet bû. Tevî nexweşiya wê giran bûye jî ew nebirine nexweşxaneyê lê birine revîrê. Keça min bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Çawa dibin revîrê? Nirxên wê yên xwînê kêm bûne, lê li wir jî dibin Girtîgeha Sîncanê ewqas dem winda kirine. Di nav destê wan de ye. Piştre jî li nexweşxaneya bajêr a Etlîkê ji me revandin û birin qawîşa girtiyan. Hemşîreyan nedikarî ji me re bêje birine ku. Wahşeteke wisa çawa dibe. Min tenê 9-10 deqîqe wê dît. Nedikarî biaxive. Goştê devê wê gişt dihat xwarê. Yanî dayikek dê çawa bikaribe van tiştan rake. Ji ber nexweşiya Newrozê hedan bi min nakeve. Dûh derxistine serwîsê. Lê hê min wê nedîtiyê.”

‘Heta girtiyên nexweş neyên berdan wê çalakiya me bidome’
Sultan Bozkurt da zanîn ku bijîşk ji bo keça wê gotiye, ‘Ew ne mecbûr e li vir bimîne’ û li dijî helwesta bijîşk wiha got: “Dema girtiyek nexweş nikaribe bi serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bike, çawa ne mecbûrî ye ku li nexweşxaneyê bimîne? Gelo eger ku zarokên wan bûna dê çi bikirina? Ez vê ji Wezîrê Dadê dipirsim. Ev çalakî divê hê zûtir bihata destpêkirin. Çalakî di cihê xwe de ye. Divê hemû kes piştgiriya vê çalakiyê bikin û divê her kes tev li çalakiyê bibe. Heta girtiyên nexweş neyên berdan ev çalakî wê bidome. Heta ez bikaribim ez ê di çalakiyê de bim.”
‘Divê gelê me xwedî li girtiyan derkeve’
Xwişka girtiyê nexweş Selîm Çîftçî, Cemîle Çîftçî jî diyar kir ku birayê wê 28 sal in di girtîgehê de ye û tevî ku nexweş e jî bi awayekî rêk û pêk nayê dermankirin û wiha got: “Girtiyên nexweş tedawî nakin. Em dixwazin girtiyên nexweş berdin. Em qala pêvajoya aştiyê dikin lê heta niha dewletê tu gav neavêtiye. Nexweşiyên xwe ji me re nabêje, ji bo em pê neêşin. Lê nexweş e. Tevî nexweşiyê jî tedawî nakin. Bila girtiyên me berdin, em li derve tedawiya wan bikin. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan ez ji Stenbolê hatim û tev li çalakiyê bûm. Ji bo girtiyên me bên berdan me dest bi vê çalakiyê kir. Divê gel jî piştgiriya vê çalakiyê bike û xwedî li girtiyan derbikeve.”













