• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike  Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Perîşan: Divê wêje dahurandina nakokiyên civakê bike
    Zal: Nivîskar divê serbixwe û avakar bin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    Di salekê de 6 hezar û 266 zarok hatin kuştin

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 19ê MIJDARA 2026an

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

    Endamên Platforma HEVBENDÎyê hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Mahmût Altintaş / AW

19 MIJDAR 2026 - 09:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren derbarê çalakiya nobeda ji bo girtiyên nexweş tê lidarxistin anî ziman ku rêya aştiyê ji girtîgehan derbas dibe û got: “Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in. Heke pirsgirêka girtiyên nexweş çareser nebe em nikarin qala aştiyê bikin.”

Çalakiya Nobeda Rûniştinê ya bêdem ku bi pêşengiya malbatên girtiyên nexweş, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û DEM Partiyê ve bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û pêkanîna mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê hatiyê destpêkirin di roja 3an de berdewam dike. Malbatên girtiyên nexweş, endam û nûnerên sazî û partiyan li ber Wezareta Dadê daxwaza berdana girtiyên nexweş dikin û destnîşan dikin ku heta girtiyên nexweş neyên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren ku tev li çalakiya Nobeda Rûniştinê ya ber Wezaretê Dadê tê li darxistin bû û ji bo rewşa Evîn Zapsû ku li girtîgeha Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin û tevî nexweşiya penceşêrê ketiye û rewşa wê giran e, were lêkolînkirin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclise da, tekildarî çalakiya hatiyê destpêkirin û rewşa girtiyên nexweş axivî.

Serhat Eren

‘203 girtî nikarin bi tenê serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin’

Serhat Eren bi lêv kir ku di serdemekê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk qala gavên erênî tê kirin de, li girtîgehan, girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: “Ew pêvajo ji bo êdî tu kes jiyana xwe ji dest nede hatiyê destpêkirin. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe. Ji bo em balê bikşînin ser girtiyên nexweş me serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a meclise da. Di sala 2024an de Wezareta Dadê jî ragihand ku hezar û 26 girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2025an de jî hezar û yek kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên ÎHDê bi hezaran girtiyên nexweş û di nav van de jî 335 girtiyên rewşa wan giranê hene. Di nav van de jî 203 girtî nikarine bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.”

‘Ji bo me ezmûna ji dilbûnê, girtîgeh û girtiyên nexweş in’

Serhat Eren destnîşan kir ku rêya aştiyê ji girtîgehan re derbas dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku hevalên me yên nexweş neyên berdan û hemû girtiyên siyasî neyên berdan, dermankirina girtiyên nexweş neyê kirin ne pêkan em qala aştiyê bikin. Lê rewşa hevalên me û raporên wan di navbera ATK, girtîgeh û Wezareta Dadê ve diçe û tê lê belê hevalên me jî di vê navberê de rewşa wan giran dibe. Divê ji bo rewşa girtiyên nexweş girantir nebe, demildest ew pirsgirêk be çareserkirin. Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in. Heke pirsgirêka girtiyên nexweş çareser nebe, em nikarin qala aştiyê bikin. Pirsgirêka girtîgehan ne tenê ya me û malbatan e, pirsgirêka azadî, edalet û hemû civaka Tirkiyeyê ye. Ji bo wê em dibêjin divê partî, saziyên sivîl û hemû beşên civakê yên Tirkiyeyê piştgiriya vê çalakiyê bikin û li ser Wezareta Dadê zextê bikin da ku ew pirsgirêk bê çareserkirin.”

‘Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûna çarçoveyî nîn e’

Di dawiya axaftina xwe de Serhat Eren anî ziman ku weke DEM Partî rojeva wan a serekê girtiyên siyasî ne û wiha derbirî: “Em her tim bi Wezîrê Dadê û navxweyî re di nava dan û standinan de ne. Lê hê jî hin pirsgirêk çareser nebûne. Em dibêjin ne hewce ye ji bo çareseriya hin tiştan li benda qanûna çarçoveyî bimînin. Ne pêwiste ev qanûn bikevê meriyetê. Beriya wê Wezareta Dadê dikarê hinek biryaran bide û hevalên me yên nexweş bên berdan. Ji bo gelek girtiyên nexweş rapora ATKê ya ‘nikarê di girtîgehê de bimînê’ lê tevî vê jî bi hinceta ceza girtine, nayên berdan. Serokkomar jî dikarê li ser vê mijarê biryar bide. Dikarin qanûna înfazê biguherînin û bi vê yekê hevalên me zûtir bên berdan.”

Etîket: DEM Partîdermankiringirtiyên nexweşÎHDNobeda RûniştinêOHDSerhat ErenTUHAY-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

Di 17 saliya xwe de bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

19 MIJDAR 2026
‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

18 MIJDAR 2026
Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

Çalakiya nobedê di roja 2yan de ye: Dê kî hesabê mirina girtiyên nexweş bide

18 MIJDAR 2026
Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

18 MIJDAR 2026
Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê hat destpêkirin: Heta girtî neyên berdan em li vir in

Çalakiya rûniştinê ya ji bo girtiyên nexweş dê sibê bidome

17 MIJDAR 2026
Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

Jinan li ber dadgehê daxwaza edaletê kir

17 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne