Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd paneleke bi navê “Bîra Sûrê” hate lidarxistin. Di panelê de pirsgirêkên bajarvaniyê, polîtîkayên parastinê û pêvajoya guhertin û veguherînê ya li navçeya dîrokî ya Sûrê hatin gotûbêjkirin.
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd û alîkariya Şaredariya Sûrê li Çand Amedê paneleke bi navê “Bîra Sûrê” hate lidarxistin. Laleş Biçimlî wek modaretor, Dr. Veysî Ulugen û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emîn Ay wek axaftvan tevlî panelê bûn.
Nivîskar Dr. Veysi Ulgen piştî xwendina helbesteke xwe axivî û bal kişand ser dîroka berxwedana bajar û got: “Bajar gelek caran hatiye dagirkirin, zilm li ser kêm nebûye, lê her tim berxwedanek mezin nîşan daye. Piştî komarê, bi navê veguherînê bajar hate wêrankirin, avahiyên dîrokî hatin hilweşandin û li şûna wan avahiyên qirêj hatin avakirin. Şerê çeperan çarîka bajar xera kir, lê divê em vê bajarê wêran nû ve ava bikin, bîranina Sûrê esas bigirin û xwedî li warê xwe derkevin.”
Hevşaredar Emîn Ay: Em ê jiyana komînal û çanda xwe biparêzin
Hevşaredar Emîn Ay jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew berpirsiyarê parastina mîrateya vî welatî ne û got: “Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dibêje, ‘Dîrok di me de veşartiye, em jî di dîrokê de veşartî ne’. Êrîşên li ser Sûrê ne tenê qirkirina avahiyan bûn, hilweşandina dîrokekê bûn. Lê em ê nehêlin ku ev bîranîn ji bîr bibe; em ê her tim zindî bihêlin. Berê li kolanên Sûrê jiyana komînal hebû, divê em dîsa wê jiyana komînal û bîrê ava bikin. Di vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê em bi zimanê xwe warên xwe biparêzin.”
















