• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

13 MIJDAR 2026 - 17:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Tevgerê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibata 2025an de ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin daxuyanî da û ev tişt parve kir: “Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKPê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk piranî çareser bibe.

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê wiha ye:

“Piştî Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an, PKKê kongreya xwe kom kir. Têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir û xwe fesix kir. 11ê Tîrmeha 2025an ji bo nîşandana îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî, weke sembolik çek hatin şewitandin. 26ê Cotmeha 2025an di nava sînorên Tirkiyeyê yên rîska şer lê heye de, gerîla vekişiyan. Piştî qanûn derket, 26ê Cotmehê hemû gerîla ji Tirkiyeyê hatin derxistin. Hucreyên razayî yên li metropolan jî, hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di nava 2 mehên dawî de, zêdeyî 10 şkeftên şer ên nêzî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Êdî li sînorên Tirkiyeyê û nuqteyên ku artêşa Tirk li bi cih bûye, yek hêza me ya leşkerî jî nemaye. Rewşa bêşer ne tenê weke biryareke îradî, weke coxrafîk jî pêk hatiye. Ji vî alî ve dewleta Tirk û artêşa wê nikare behsa gefeke leşkerî ya li hemberî xwe bike. Me ev berê jî bi Tirkiye û raya giştî ya cîhanê re ragihand.

Li ti devera cîhanê ya ku bi dehan sal in şer lê diqewime, tevgereke mîna me bi lez gavên bi bandor avêtine nîne. Lewma gavên ku me avêtine, li raya giştî ya hundir û derve matmayîbûn çêkiriye. Ji ber ku ti hêz û ti kes ne li bendê bû ku gavên wiha stratejîk di demek kurt de bên avêtin.

Ev rastî ji bo çareseriya demokratîk biryardariya Rêber Apo û ya me nîşan dide. Ev biryardariya me dibe îfadeya guhertina stratejîya têkoşînê. Li pêşberî gavên me, desthilatdariya AKPê gavên şênber neavêtine û di raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê de têkildarî armancên AKPê nakokî çêkiriye. Wisa ku, têkildarî mijarên ku di rapora komîsyona meclîsê de hatine diyarkirin û qanûnan naxwazin, gavên demokratîk nehatine avêtin û vê yekê fikarên wiha zêde kiriye.

Di nava raya giştî de, li hemberî gav neavêtina desthilatdariya AKPê, nîqaşên “Gelo pêvajo xitimiye an jî hatiye cemidandin?” tên kirin. Gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk a li Tirkiyeyê, di her derfetê de bang li hikûmetê kiriye ku ji bo demokratîkbûnê û çareserkirina pirsgirêka Kurd gavan biavêje.

Weke Tevgera Azadiya Kurd, di pêvajoyekê de ku tevî me gavên pir wêrek û radîkal avêtine jî desthilatdariya AKPê tu gav neavêtiye, hin derdor sedema pêşveneçûna pêvajoyê bi rêveberiya tevgerê ve girê didin. Ev yek rastiyan berevajî nîşan dane. Ti fikarên rêveberiya me, ne ji bo xwe û ne jî ji bo pozîsyona me ya têkoşînê ya siberojê tune ye. Tenê fikarên me ew e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd bêyî ku dereng bimîne çareser bibe.

Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

Me di her derfetê de anî ziman ku pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê bi azadiya Rêber Apo dikare pêk were. Me gotiye û em dibêjin ku divê pêşî Rêberê me bigihîje şert û mercên ku bikaribe bi azad bijî û bixebite û ji bo vê yekê jî divê komîteya aştiyê û siyasîbûnê dest bi xebatê bike.

Ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî ya demokratîk a li Tirkiyeyê me îradeya xwe bi rengekî eşkere danîn holê. Dema ku sîstema hiqûqî ya ku rê dide vê yekê bê a firandin, wê vegera li Tirkiyeyê pêk were. Lewma bilezbûna pêvajoyê bi temamî bi gavên bi vî rengî ve girêdayî ye. Îradeya me ya çareseriya siyasî ya demokratîk tam e. Em ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk bawer dikin û bi vî rengî dimeşînin. Gavên ku me avêtine jî ispata vê yekê ne. Dema ku desthilatdariya AKPê atmosfera hiqûqî ya ji bo tevlîbûna li jiyana siyasî demokratîk afirand, wê pirsgirêk di asteke mezin de çareser bibe. Em bi temamî tevlî wê nêrînê dibin ku tenê bi bêçekbûnê pirsgirêk çareser nabe, ji bo jiholêrakirina sedemên ku pirsgirêka Kurd afirandine gavên demokratîkbûnê bêne avêtin. Ji ber ku bi demokratîkbûna Tirkiyeyê di serî de pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Elewî wê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Bi vî rengî bi çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî re Tirkiye wê temamiya potansiyela xwe bide pêşvebirina civakî.

Tirkiyekeke bi vî rengî demokratîk ne tenê ji bo gelên Rojhilata Navîn wê bala tevahiya cîhanê bikişîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

13 MIJDAR 2026
Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

13 MIJDAR 2026
Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

13 MIJDAR 2026
Roja ewil a Festîvala Rojava bi çoş berdewam kir

Roja ewil a Festîvala Rojava bi çoş berdewam kir

13 MIJDAR 2026
Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

13 MIJDAR 2026
Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

13 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne