• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê bidin jiyîn û biparêzin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Tayîp Temel: Di demekê nêz de rojnameger dê bikarin Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Li Wanê navbera welatiyan û xebatkarên VEDAŞê şer derket

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Ji ber Edliyeya Geverê bang kirin: Girtiyên siyasî berdin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

    Li Stenbolê ji tevahî jinên girtî re azadî hat xwestin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

Sema Gezîcî - Onder Akbûlût / AW

13 MIJDAR 2026 - 09:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bedlîs – Evîndar û Fatma Kiliçarslan ku xwişkên hev in, di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Her du xwişkan jî soz dane hev ku heta mirinê wê li cem hev bin.

Evîndar û Fatma Kiliçarslan ku xwişk in, li gundê Sulu yê girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de hatine dinê. Her du xwişkan ji bo azadî û rûmeta gelê xwe têkoşiyane û di vê oxirê de canê xwe dane. Evîndar di sala 2013yan de tev li nava refên gerîla bû û di 2016an de li Geverê di şerê xweseriyê de şehîd bû. Fatma jî di sala 2013yan de 3 meh piştî xwişka xwe tev li bû, navê xwişka xwe girt û di sala 2019an de li herêmên parastinê yên medyayê şehîd ket.

Dayik Aysel û bav Îkram Kiliçarslan, li ser jiyan, têkoşîn û biryara çûyîna nava refên gerîla yên keçên xwe Evîndar (Rojevîn Garzan) û Fatma Kiliçarslan (Delîla Rojevîn Garzan) ku di salên cuda de şehîd bûne, axivîn. Malbatê diyar kir ku her du xwişk ji zaroktiya xwe ve xwedî sekneke welatparêz bûne û di rêya azadiyê de bûne yek.

‘Ew hevala me û keça me ya mezin bû’

Dayik Aysel Kiliçarslan da zanîn ku Evîndar di zaroktiya xwe de jî pir jêhatî û xwedî helwest bû û bîranînên xwe yên wê demê wiha vegot: “Jiyana Evîndar a li malê pir baş bû. Ew hem hevala me hem jî keça me ya mezin bû, min pir ji wê hez dikir. Min tu carî nedihişt di karên malê de biweste. Min û bavê wê digot, bila ew tenê dibistana xwe bixwîne û bibe keseke zana. Evîndarê piştî ku zanîngeh qezenc kir çû Stenbolê, lê hê sala xwe xelas nekiribû tev li refên gerîla bû. Gava Evîndar çû, me texmîn dikir ku ew ê tev li bibe, dema biçûk jî tevlibûn her difikirî. Têkiliya wê bi xwişk û birayên wê re pir baş bû. Her du xwişkan bêyî hev îdare nedikir. Bi hev re digotin heta mirinê jî em bi hev re ne. Bavê wê hate girtin, ew wê demê biçûk bû û dewletê em gelek aciz dikirin. Her tim bi ser mala me de digirtin. Girtina bavê xwe bi çavê xwe dîtibû û bandoreke mezin li ser kiribû.”

Soz dane hev û tev li bûne

Aysel Kiliçarslan behsa çûyîna keça xwe ya duyemîn Fatmayê jî kir û wiha got: “Min bawer nedikir ku keça min a biçûk destê min berde û biçe. Sê meh piştî Evîndarê, Fatma jî tev li bû. Gava Fatma çû ez gelek li dû geriyam lê gava xwişka wê çû ez lê negeriyam. Fatmayê digot ‘min nikarî bisekiniya, xwişka min jî çûye, me bi hev re soz daye, ew li ku be ez ê jî bi wê re bim.’ Ez çûm, min Fatma dît û min got ‘keça min were em biçin malê’, wê got ‘na dayê şoreş taze dest pê kiriye tu çi dibêjî, ez nayêm’. Me got baş e, me da rê û em hatin.”

Aysel Kiliçarslan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, girtiyên siyasî hemû bên berdan û wiha bi dawî kir: “Dayikên leşkeran jî wekî me kezeba wan dişewite. Em naxwazin êdî dayik bigirîn, êdî bes e. Em serbilind in, eniya me vekirî ye û em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin.”

‘Zext û koçberiya salên 90î û bandor wê ya li zarokan’

Bav Îkram Kiliçarslan jî diyar kir ku di salên 90î de ji ber valakirina gundan koçberî çêbûye û zextên li ser malbatê bandoreke mezin li ser zarokan kiriye. Îkram Kiliçarslan anî ziman ku ew demekê çûne Stenbolê û nêzî 4-5 salan li wir mane û wiha got: “Sedema çûna me ya Stenbolê ew bû ku dosya li ser min hebû û min nedixwest ez bêm girtin. Evîndarê li wir dest bi dibistanê kir, heta pola 1, 2 û 3 jî xwend. Piştre em vegeriyan û Evîndarê zanîngeh qezenc kir, beşa civaknasiyê dixwend. Lê hê saleke xwe xelas nekiribû, tev li refên gerîla bû. Di sala 2016an de li Geverê di şerê xweseriyê de şehîd bû. Dema me cenazeyê wê anî, astengiyên mezin derxistin, xwestin bêdengî em veşêrin, lê me qebûl nekir. Me bi merasîmeke bi rûmet cenazeyê şehîda xwe spart axê.”

‘Fatma piştî Kobanê çû çiyê û şehîd ket’

Îkram Kiliçarslan behsa Fatmayê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava Fatma çû, 18 salî bû û lîse xilas kiribû, ew jî tev li refên gerîla bû. Dema çû derbasî Başûr bû, piştre dema ku şerê li dijî wan barbarên DAIŞê dest pê kir, ew çû Kobanê. Demekê li wir ma, heta ku ew barbar ji wê herêmê hatin derxistin. Bi saya wan qehremanan Kobanê neket paşê derbasî çiyê bû. Par me nûçeya şehadeta wê bihîst, di sala 2019an de şehîd ketiye. Me cenazeyê Fatmayê negirt, li cem hevalên wê ye. Pêvajo çawa be nizanim em dixwazin rojekê cenazeyê wê bînin gund û veşêrin.”

Etîket: Aysel KiliçarslanDelîla Rojevîn GarzanEvîndar KiliçarslanFatma KiliçarslanÎkram KiliçarslanRojevîn Garzan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 9ê MIJDARA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd encamnameya konferansê eşkere kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne