Amed- Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîb derbarê wêje û aştiyê de got ku divê rewşenbîr aliyê gelê xwe bin û dema aştî pêk hat ev yek dê bi xwe re azadiyê bîne û azadî jî dê bibe dermanê birînan.
Di 6 û 7ê Mijdarê de li Amedê ji aliyê PENa Kurd ve Konferansa Wêje û Aştiyê hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên ji Kurdistan û cîhanê tev li konferansê bûn. Yek ji beşdarên konferansê jî Helbestkar û Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mueyed Teyîb bû.
Mueyed Teyîp derbarê bandora wêjeyê ya li ser aştiyê ji ajansa me re axivî û got dibe ku siyasetmedar li dor maseyê aştiyê dirûnin û hewl bidin çareseriyekî ava bikin lê belê wêje dikare ramana aştiyê li nav civakê ava bike.
‘Divê rewşenbîr li aliyê aştî û azadiyê bin’
Mueyed Teyîb bal kişand ser rola hunermend û wêjeyê ya di dema şer û aştiyê de û wiha got: “Bi rastî jî em dizanin ku bi piranî siyasetmedar û general aştiyê çêdikin. Lê belê wêje dikare li ser ramana şer û li ser civakê desthilatdariyeke aştiyê ava bike û civakê ber bi aştiyê ve bibe. Hunermend divê li ba gelê xwe bin û li aliyê aştiyê û azadiyê bin. Ji ber vê yekê hunermend dikarin aliyê xirab û kirêt ê şer ji civakê re vebêjin û di vî warî de hişmendiyeke aştiyê di nav civakê de ava bikin. Pêşî ji her kesî, divê hunermend bibe xwedî helwest û sekin. Heke ew bibe xwedî sekin, dê gel jî bi wî re be. Divê hunermend yê heqdar û yê neheq ji hev derxîne; divê hunermend li dijî sîstemê li ser rêya gelê xwe be û li aliyê rastiyê bisekine.”
‘Divê dewlet ne li dijî pirzimanî, pirnetewî û pirolî be’
Mueyed Teyîb got ku divê dewletek li dijî pêkhateyeke pirzimanî, pirneteweyî û pirbawerî nebe û axaftina xwe wiha domand: “Divê van tiştan ji bo welatekî wekî dewlemendî bibînin. Divê cudahiyan wekî parçekirin an jî tunebûna yekitiya welat nebînin. Heke di vî warî de veguherînek çêbibe, dê ji bo her kesî bibe geşedaneke pir xweş. Li Ewropayê mînakên dewletên wisa hene ku dikarin bi pirneteweyî û pirzimanî hebin. Ew dewletên ku pêkhateya civakî ya pirneteweyî qebûl nakin, hemû paşdemayî mane, aboriya wan xirab bûye û bi şerê navxweyî têk çûne. Ji bo vê yekê divê em vê qebûl bikin; Kurdek Kurd e, nikare bibe Tirk. Kurd, Kurd in û bila wekî Kurd bimînin.”
‘Aştî ramanê jî azad dike’
Mueyed Teyîb destnîşan kir ku bandora herî mezin a aştiyê dê li ser azadiya ramanê be û wiha got: “Aştiya rasteqîn azadiyê jî bi xwe re tîne, her wiha aştî dermanê birînan jî bi xwe re tîne. Heke aştiyeke rasteqîn be rewşenbîr jî dê êdî bikaribin ramanên xwe bi awayek azad bînin ser ziman. Ew ê êdî bêyî tirsa girtîgehê bi azad binivîsin; an ku aştî ji bo tevahiya civakê baş e.”
‘Muzakere her çend dirêj bibin jî ji şer çêtir in’
Her wiha Mueyed Teyîb derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kir ku ew wekî civak û kes pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em vê pêvajoya aştiyê dişopînin û dixwazin ku bigihîje serkeftinê. Bêguman ev yek me gelekî kêfxweş dike. Heta niha, wekî ku em û civak jî dibînin, geşedaneke berçav çênebûye. Em li bendê ne, ka em binêrin dê ji vir şûn de çi bibe. Tiştên ku me heta niha hêvî dikirin pêk nehatin. Belê, çek bêdeng bûne, ev jî gaveke baş e. Em hêvî dikin ku her du alî jî ji bo aştiyê têbikoşin û vê pêvajoyê bi serkeftî bi dawî bikin, çimkî hewldana aliyekî bi tenê têrê nake. Ji bo dayîna biryarekî yan jî darizandinekê hîn zû ye. Ji ber ku em tam nizanin çi diqewime û çi çêdibe. Dê Kurd di vê pêvajoyê de çi bi dest bixin. Lê belê, muzakere her çend dirêj bibin jî ji şer çêtir in.”












