Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Omer Fîdan derbarê Konferansa Wêje û Aştiyê de got ku bi vê konferansê armanca wan ew e ku çavek sêyemîn têxin nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
PENa Kurd di 6 û 7ê Mijdarê de li Amedê bi tevilbûna gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedaran Konferansa Wêje û Aştiyê li dar dixe. Yek ji endamê komîsyona amadekar ê konferansê Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê ya Navenda PENa Kurd Omer Fîdan derbarê konferansê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Weke rewşenbîr em dixwazin ji bo pêvajoyê gotina xwe vebêjin’
Omer Fîdan da zanîn ku yekemîn armanca wan bi vê konferansê ew e ku hevnasîna di navbera nivîskarên Kurd û nivîskarên biyanî de xurt bibe û wiha got: “Pêvajoyek li bakurê Kurdistanê heye û em jêre dibêjin pêvajoya hevrûniştinê ji ber ku hê jî aştî pêk nehatiye. Weke rewşenbîr û nivîskarên Kurd em dixwazin di vê pêvajoya lihevrûniştinê de gotinên xwe bibêjin. Divê pêvajoyê de çavê sêyemîn tune ye. Weke nivîskar û rewşenbîrên Kurd û cihanê em dixwazin weke wijdana civakê, weke çavekî civakî bibin çavekî xwezayî di pêvajoyê de.”

‘Ji bo vê xebatê diviya şert û mercên Kurdistanê guncav bûna’
Omer Fîdan diyar kir ku wan xebatek dûv û dirêj ji bo vê konferansê kirin e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo vê konferansê xebatek dûv û dirêj me kir. Her wiha ji bo ku ev konferans pêk were diviya şert û mercên Kurdistanê ji bo vê yekê guncav bûya. Beriya niha jî me çend caran hewl da xebatek wiha bikin lê balyozxaneyên nivîskarên cîhanî digotin rewşa Kurdistanê ji aliyê ewlehiyê ve ne guncav e û me ji ber vê nedikarî xebatek wiha li dar bixin. Di vê xebatekê de me hewl da hemû sazî û dezgehên bajêr têxin nava hewldanekê û bidin nîşandan ku ev bajar ji bo xebatek wisa amade ye.”
‘Em ê hewl bidin têkiliyên dîplomatîk xurt bikin’
Omer Fîdan anî ziman ku bi vê konferansê ew ê hewl bidin li gel rewşenbîrên cîhanê têkiliya dîplomasiyê xurt bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Konferans wê du rojan berdewam bike. Roja yekemîn em ê hewl bidin têkiliya wêje û aştî dê çawa be, raxînin ber çavan. Her wiha rewşenbîr wê gotina xwe ji bo aştiyê bêjin. Roja duyemîn jî me bêtir ji bo pêxiştina dîplomasiya bi nivîskarên cîhanê re veqetand. Di roja duyemîn de em ê kesên ji welatên biyanî hatine li bajêr bigerînin û têkiliyên xwe yên şexsî û dîplomatîk bi wan re xurt bikin.”












