Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş îdia kir ku di pêvajoyê de dereng mayîn tune ye û wiha got: “Li meclisê komîsyonek were avakirin û çavderiyê bike. Her tişt di wexta xwe de dê bê kirin û di pêvajoyê de dereng mayînek tune ye.”
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş bi Serokê Meclisê yê Hirvatistanê Gordan Jandrokovic re li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Numan Kurtulmuş têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi lêv kir ku her tişt dê di wexta xwe de bê kirin û wiha got: “Piştî qanûna çarçoveyî desteyek hat avakirin û dest bi xebatan kiriye . Li meclisê jî komîsyonek dê were avakirin. Komîsyona bi partiyan re pêk tê dê were avakirin û çavderiyê bike. Heke hewce bike dê li hin qadan koordînasyonan ava bike. Hewce bike jî dê ji bo qanûnên pêwist amadekariyan bike û ji meclisê re bişîne. Her tişt di wexta xwe de dê bê kirin û di pêvajoyê de dereng mayînek tune ye.”













