Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî anî ziman ku divê dev ji jiberkirinên berê yên zimanê dijminatiyê were berdan û li şûna wê zimanê aştî û xwişk-biratiyê têkeve meriyetê.
Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tev li bernameyeke Ajansa Anatoliyayê (AA) bû û tekildarî qanûna çarçoveyî axivî. Numan Kurtulmuş bi lêv kir ku qanûn bi piştgiriyeke mezin hat erêkirin û got ev yek nîşaneya piştgiriya gel a ji bo pêvajoyê ye. Numan Kurtulmuş da zanîn ku divê li Tirkiyeyê eniya xwe ya hundirîn xurt bike û got: “Bi vê qanûnê dê derî heta dawiyê vebe. Ev rê, rêya yekitî û xwişk-biratiyê ye. Divê êdî dev jî zimanê dijber û dijminatiyê bê berdan. Divê bi zimanê aştî û xwişk-biratiyê were axaftin. Dev ji jiberkirinên berê bê berdan û siyaseta jiberkirinê yê berê jî tu bandorê nake.”
Di berdewama axaftina xwe de Numan Kurtulmuş destnîşan kir ku qanûna çarçoveyî ne qanûneke efuyê ye û ev tişt gotin: “Dê di desteyan de yek bi yek li ser dosyayan biryar bên dayîn û sepandina wê jî dê ji aliyê desteyan ve pêk were. Ya girîng ew e ku êdî tu ciwanekî Kurd nebêje ‘Divê ez biçim çiya’ û divê yekgirtin pêk were. Provakasyonên Îsraîlê dê di vê pêvajoyê de hebin. Divê em li dijî van provakasyonan baldar bin. Divê em baldar bin û çav vekirî bin.”













