YCK-Kurd a Marmarayê li navçeya Sûltangaziyê ji bo konferansa herêma Marmarayê civîn li dar xist. Endamê YCK-Kurdê Ramazan Ozdaşli diyar kir ku bi avakirina komînan ew ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê û got: “Di nava YCK-Kurd de em xwe rêxistin bikin. Divê em ciwana sewqî jiyanekî rêxistinkirî bikin. Divê ciwan li dijî kedxwariyê xwe rêxistin bike.”
Yekîtiya Ciwanên Komînalîst ên Kurd (YCK-KURD) ya herêma Marmarayê dê di 29ê Mijdarê de konferansa Marmarayê li dar bixe. Beriya konferansê YCK-Kurd ji bo amadekariya konferansê de civînan li dar dixe. Civîn li Eywana Dawetê ya Lîvayê ya navçeya Sûltangaziya Stenbolê civîn hate lidarxistin. Di eywanê de pankarta “Bi hêza jinên ciwan dema serkeftinê” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

Civîn ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Divê em li dijî pergalê jiyanekî alternatif avabikin’
Piştî rêzgirtinê endamê YCK-Kurdê Ramazan Ozdaşli axivî. Ramazan Ozdaşli diyar kir ku ji avakirina komarê heta niha polîtîkayên qirqirinê li dijî Kurdan hatiye meşandin û got: “Di 10 salên dawiyê de şerek hate meşandin. Li ser ciwanan politîkayên şerê taybet hate meşandin. Li dijî wan politîkayan hewceyî rexistinbûyînekî hebû. Ji bona wê jî YCK-Kurd hate damezrandin. Tevgera Kurd herdem wekî tevgera ciwanan dihate pênasekirin. Bi salan e têkoşîn hebû. Îro navê vê têkoşînê bû YCK-Kurd. Em dixwazin têkoşîna di bin siwana YCK-Kurd de mezin bikin. Di nava YCK-Kurd de em ê xwe bi rêxistin bikin. Divê em ciwanan sewqî jiyanekî rêxistinkirî bikin. Divê ciwan jî li dijî kedxwariyê xwe bi rêxistin bike. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibatê di nava ciwanan de hewldanekî derxist holê. Em têdikoşîn ku ciwan ji bo tevahî bûyerên civakî bi hestiyarî tevbigerin. Divê em li dijî pergalê jiyanekî alternatif avabikin. Ji bona wê jî em jiyana komînal pêş dixin. Em nedûrî jiyana komînal in. Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê.”
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.
















