Li Stenbolê cenezeyê kesekî din jî hate dîtin û bi vê re hejmara qurbaniyên lehiyê bû 4 kes. 3 kes hê jî winda ne.
Ji pêr ve li Stenbolê bênavber baran dibare. Ji ber baranê li gelek navçeyên Stenbolê lehî rabû û hema bêje tevahî bajêr di bin avê de ma. Gelek kes jî bi lehiyê re çûn. Li Taxa Ayazagayê ya navçeya Sariyerê ji ber lehiyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Parka Çukurbostanê ya li taxa Balatê ya navçeya Fatîha Stenbolê jî zarokek 14 salî ji ber ku ceyran pê girt jiyana xwe ji dest dabû.
Li Taxa Ayazagayê cenazeyê kesekî din jî hate dîtin û hejmara qurbaniyên lehiyê bû 4 kes û hê jî 3 kes winda ne.













