Qamişlo- Şûkriya Yosef a ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê parêzertiyê dike bal kişand ser qanûnên li Sûriyeyê û diyar kir ku gelek valahî û madde hene ku ne li gorî parastina jinan e û destnîşan kir ku qanûnên heyî jinan naparêzin.
Parêzer Şûkriya Yosef a ku bi salan e li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê parêzertiyê dike kêmasiyên qanûnên Rewşa Kesane û Cezayan ên li Sûriyeyê, nakokiyên di danezana destûrî de, bandora zextên civakî û qanûnî yên li ser jinan û rêyên têkoşîna hiqûqî û civakî ji Ajansa Welat re nirxand.
Şûkriya Yosef diyar kir ku li Sûriyeyê qanûneke malbatê ya taybet ji bo rêgirtina tundiya li ser jinan tune ye û kêmasiyên di qanûnên heyî de zextê li ser jinan zêde dike û wiha got: “Di mijara xwedîkirina zarokan de, her çiqas zarok heta 15 saliyê li cem dayikê bimînin jî, gelek mafên wekî xwendin, nexweşî, rê û rêwîtiyê di destê bav, ap û kalikan de ne, ne di destê dayikê de ye. Her wiha di mijara berdanê de zilam dikare bêyî ku jin pê bihese li pêşiya dadgehê jina ku pêre zewiciye berde û berdana bêsedem pêk bîne. Li gel vê yekê, tundiya derûnî û manewî ya di nav malê de jî bi qanûnî nayê parastin. Her çiqas di qanûnê de temenê zewacê 18 salî be jî, di pratîkê de li ser erdê keçikên di bin 18 saliyê de, heta 12 saliyê jî, tên zewicandin. Divê di qanûnê de bi zelalî sînorê 18 salan hebe û li hemberî zewicandina zarokan ceza bên sepandin.”
Qanûna Cezayan pêşî li tundiya li ser jinan vedike
Şûkriya Yosef destnîşan kir ku hin madeyên di Qanûna Cezayan a Sûriyeyê de deriyê tundiyê vekirî dihêlin û ev tişt anî ziman: “Dema qanûn dibêje kesê ku dest biavêje jineke ne hevjîna wî be tê cezakirin, ev yek wisa xuya dike ku li hemberî tundiya li dijî hevjînê xwe helwesteke tund nîne. Her wiha di mijara êşandin û lêxistinê de nebûna madeyeke zelal a li ser tundiya navmalbatî, rê li ber wê yekê vedike ku hinek dadger lêxistina di nav malê de wekî mafekî zilam bibînin. Hiştina biryara sivikkirina cezayê di destê dadger de têrê nake. divê di qanûnê de ceza zelal û tund bin da ku tundî ji holê rabe.”
Nakokiyên danezana destûrî û pêwîstiya qanûneke medenî

Şûkriya Yosef bi lêv kir ku di navbera madeyên wekheviya welatiyan û hin madeyên ji hêla pratîkî de nakokî tê jiyîn û wiha pêde çû: “Dema em behsa peymanên navdewletî yên wekî CEDAWê dikin, divê ev peyman û wekheviya welatiyan ne tenê li ser kaxezê lê li ser erdê jî bên bicihkirin. Ji bo vê yekê pêdiviya me bi qanûneke medenî heye ku jin û mêr di bin sîwana wê de wekhev bin û ji bo hemû pêkhateyan mafên wekhev misoger bike. Divê jin di lijneyên destûrî û parlamentoyê de cih bigirin û bi hejmareke xurt beşdarî avakirina qanûnan bibin. Heta em di nav mekanîzmayên destûrî û qanûndanînê de nebin û qanûn li ser erdê neyên sepandin, parastina jinan wekî welatî û wekî jin kêm dimîne.”
Hevgirtina jinan û destpêkirina guhertinê
Her wiha parêzer Şûkriya Yosef destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi rojekê sînordar nabe û divê jinên li seranserê Sûriyeyê, li herêmê û cîhanê xwe bigihînin hev û xebateke hevpar bimeşînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em li ser erdê hêzeke civakî û hiqûqî ava bikin da ku mafên hemû jinan û pêkhateyan bên parastin. Lê di heman demê de divê her kes ji xwe û ji nav malbata xwe dest pê bike; di navbera zarokan, xwişk û birayan û di kar de wekheviyê ava bike. Em di serdemeke pêşketî de ne û divê em gavên cidî biavêjin da ku têkoşîna wekhevî û azadiyê bigihêje armanca xwe.”
Sibê: Divê di destûrê de mafên jinan bi zelalî bên misogerkirin












