Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupoloyê, ji bo tespîtkirina nasname û sedema mirina hestiyên mirovan ên ku li şikefteke navçeya Farqînê hatibûn dîtin û lêkolînkirina bûyerên windakirina bi darê zorê yên salên 1990î, pêşniyaznameya lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo derbarê kilox û hestiyên mirovan ên ku di 19ê Mijdarê de li şikefta 3 qat ya li bejahiya taxên Boşat û Çîçika yên navçeya Farqînê ya Amedê de derketibûn holê, pêşniyaznameya lêkolînê da Meclisa Tirkiyeyê.
Ceylan Akça Cupolo di sedema pêşniyaznameyê de rapora gorên komî ya Şaxa ÎHDê ya Amedê bi bîr xist ku li 25 bajaran 348 gorên komî û 4 hezar û 201 kesên windakirî hatine tomarkirin û bal kişand ser îdiayên gorên komî yên li Farqînê. Di pêşniyaznameyê de hat xwestin ku bermahiyên di şikeftê de li gorî Protokola Minnesotayê werin lêkolînkirin, nasnameyên wan werin diyarkirin, têkiliya wan a bi kuştinên salên 1990î re were eşkerekirin û lêpirsîneke berfireh were destpêkirin.







