Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoğlu bi lêv kir ku rêya demokrasiyê ji girtîgehan derbas dibe û wiha got: “Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Lê ew pêvajo neçûyê girtîgehan. Çima girtiyên nexweş nayên dermankirin. Wezareta Dadê li benda çi ye.”
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu serdana çalakiya nobedê ya ji bo girtiyên nexweş ku li ber Wezareta Dadê 8 roj in hatiye destpêkirin, kir. Endamên Meclîsa Jinan jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin. Girsê bê navber dirûşmeyên “Azadî azadî Azadiya Rêbertî”, “Jin Jiyan Azadî Azadiya girtiyan”,“Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir.
Halîde Turkoglu bi lêv kir ku ew ji bo teşhîrkirina rewşa girtîgehan li vir in û wiha axivî: “Çalakiya li vir hatiye destpêkirin nobeda wijdanê ye. Wezareta Dadê nikare ji vî dengî re guhê xwe bigire. Em bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya çalakiyê bikin. Demokrasiya vî welatî ji girtîgehan derbas dibe. Heta girtiyên siyasî nayên berdan dê çawa demokrasî were. Newroz Bozkurt girtiya nexweş e lê nayê berdan. Evîn Zapsû girtiyeke penceşêra asta 4an a lê nayê dermankirin. Bijîşkan jê re gotiye biçe girtîgehê û li benda mirinê bimîne. Ew çawa bijîik in. Wezareta Dadê qet ji xwe napirse. Yên vî welatî bi rêvedibin berpirs in. Dev ji vî sûcî berdin. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û tedawî bibin. Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Lê ew pêvajo neçûye girtîgehan. Çima girtiyên nexweş nayên dermankirin. Wezareta Dadê li benda çi ye.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya îro bidawî bû. Çalakî sibe jî dê li ber Wezareta Dadê berdewam bike.















