• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Wanê bi rojeva kongreya giştî ya DEM Partiyê konferans li dar xist

Wan / AW

17 TÎRMEH 2026 - 11:52
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Wanê “5emîn Konferansa Civîna Mezin” a jinan a  bajarên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê li dar xist.

DEM Partî beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de li dar bixe, li herêman konferansan li dar dixe. Di vê çerçoveyê de Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê “5emîn Civîna Konferansa Mezin” a jinan a bajarên Wanê, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê li dar xist. Hevserokên jin ên DEM Partiyê û DBPê yên bajêr û navçeyan, aktivîstên TJAyê, endamên meclisan ên şaredariyên DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî tev li konferansê bûn. Di civînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.

‘Pêşengên têkoşînê jin in’

Di konferansê de axaftina destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt kir. Gulşen Kurt bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 27ê Sibatê ve tê meşandin û destnîşan kir ku jin bi salan e ji bo aştiyê pêşengiyê dikin û têdikoşin. Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û armanca konferansê û wiha got: “Têkoşîneke ku 52 sal in tê meşandin heye û pêşengên vê têkoşînê jî jin in. Armanca vê konferansê ew e ku em nîqaş bikin ka di van 3 salan de kêmasiyên me çi bûne û em ê bi pêşniyarên nû rêya xwe xêz bikin.”

‘Armanc azadiya Rêberê Gelê Kurd e’ 

Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi tecrîd û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Armanca konferansa me ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî statu û di vê pêvajoyê de rêya me vebike; em îro ji bo vê li vir in. Riya herî girîng a vê pêvajoyê rêxistinbûn e û em jî ji bo vê li vir in. Em ê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî ji bo vê têkoşînê dikin.”

‘Em ê komareke demokratîk ava bikin’

Piştre Endama Kordînasyona Jinan a DEM Partiyê ya Navendî Sûdan Guven axivî. Sûdan Guven diyar kir ku ew di demeke dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Armanca vê kongreya giştî ya DEM Partiyê ew ê ku komareke demokratîk ava bike. Di vê pêvajoyê de rola jinan jî girîng e. Bi vê armancê em konferansên herêmî li dar dixin. Di vê pêvajoyê de me xwe baş rêxistin nekir, em ji tundiya li ser jinan re nebûn bersiv. Em teng man, me xwe negihand hemû gund û kolanan, hemû jinan. Em bi xwe re sînordar man. Me di meclisê de jî siyaseta jinê bi awayekî xurt nemeşand. Xwe rêxistinkirin û Rêvebirinê de em pir kêm man. Di van mijaran de ez rexnedayîna xwe didim. Em ê hewl bidin di van mijaran de bi hev re kêmasiyên xwe derbas bikin. Xwe bi awayekî xurtir xwe rêxistin bikin.”

Piştî axaftinên destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk veKongreya DEM PartiyêKongreya Giştî ya DEM PartiyêMeclisa Jinan a DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji nû ve hatin hilbijartin

Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê ya nû diyar bû

6 ÎLON 2026
Tulay Hatîmogullari: Em amadekariya veguherîneke nû dikin

Tulay Hatîmogullari: Em amadekariya veguherîneke nû dikin

6 ÎLON 2026
Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

6 ÎLON 2026
Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê: Divê em siyaset û rêxistinbûna xwe xurt bikin

29 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne